Seroka daîreyê ya qeyûm tayînî Midûriyeta Bajar a ÎŞKUR’ê hat kirin 2024-06-24 16:25:03   WAN - Selma Bîçek a AKP’î ku di serdema qeyûm de Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dikir, tayînî Midûriyeta Bajar a ÎŞKUR’ê hate kirin.    Selma Bîçek a AKP’î ku di serdema qeyûm de Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dikir, tayînî Midûriyeta Bajar a Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) ya Wanê hat kirin. Bîçek a di sala 2015’an de weke cîgira midûrê Midûriyeta Bajar a Polîtîkayên Malbat û Civakî ya Wanê hatibû tayînkirin, di sala 2020’an de weke Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû tayînkirin.    Bîçek, di Hilbijartinên Giştî yên 28’ê Gulana 2023’yan de ji AKP’ê bûbû namzeta parlamenteriyê. Herî dawî jî tayînî Midûriyeta Bajar a ÎŞKUR’ê ya Wanê hate kirin.