Li Manîsayê bi pileya 5.0’ê erdhej çêbû 2024-06-25 08:52:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Manîsayê bi pileya 5.0’ê erdhej çêbû.    Li navçeya Somayê ya Manîsayê erdhej çêbû. Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku erdhej bi pileya 5.0’ê û AFAD’ê jî weke 4.8 ragihand. Li gel Manîsayê, her wiha erdhej li Îzmîr û bajarên derdorê jî hate hîskirin. Lêkolîna têkildarî ziyanên erdhejê didomin.