‘Vîna gelê Colemêrgê em in û em li vir in’ 2024-06-25 09:02:29   COLEMÊRG - Endamê Meclisa Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan qeyûm weke pergala talan û diziyê pênase kir û got: “Em vîna gelê Colemêrgê ne û li vir in.” Hevşaredar Viyan Tekçe jî li dijî qeyûm banga hevgirtinê kir.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’yê hezîranê de hate binçavkirin û Wezareta Karên Hundir li şûna wî qeyûm tayîn kir. Akiş ji dosyayeke 10 sal berê hat darizandin û dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê hefsê lê birî. Bi biryara tayînkirina qeyûm re li Colemêrgê û seranserî bajarên Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakî û xwepêşandan dest pê kirin. Xelkê bajar qeyûm red kir û nerazîbûna wan hêj didome. Li dijî tayînkirina qeyûm ku biryareke derqanûnî ye, endamên Meclisa Şaredariya Colemêrgê jî civiyan û Hevşaredar Viyan Tekçe weke serokwekîla şaredariyê hilbijart.    Hevşaredara Colemêrgê û Serokwekîla Şaredar Viyan Tekçe û endamê Meclisa Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan têkildarî tayînkirina qeyûm ji ajansa me re axivîn.    ‘EM QEYÛM NAS NAKIN’   Hevşaredar Viyan Tekçe diyar kir ku weke endamên Meclisa Şaredariyê ew di çarçoveya destûra bingehîn de lihev civiyane û serokwekîl hilbijartine. Tekçe, anî ziman ku weke Meclisa Şaredariyê dê xebatên xwe bi awayekî çalak bidomînin û wiha got: “Em qeyûm nas nakin. Şaredarî tenê avahiyeke. Ya esasî xizmet e. Heta hilbijartineke din em ê bi qasî ji dest tê xizmeta gelê xwe bikin. Em ê li gel guhdarî bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin. Em xwe ji qadan paşve nakêşin û em ê weke her carê li cem gelê xwe bin.”   BANGA PIŞTGIRIYÊ KIR   Bi domdarî Tekçe destnîşan kir ku ew dê bi hevkariya şaredariyên DEM Partiyî xizmetên xwe bidomînin. Di berdewamê de Tekçe diyar kir ku dê ji bo jin û ciwanan organîzasyonên çand û hunerî li dar bixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em di nava van 5 salan de dest ji çalakî û xebatên xwe bernedin û divê em li qadan çalak bin. Heke em vê serdemê jî bêdeng bimînin dê ev feraseta qeyûm bidome. Divê em bi disiplîn bixebitin û çalakiyên xwe bidomînin. Em bang li hemû gelan dikin ku li cem me cih bigirin û tev li xebatan bibin. Em destên hev çiqas xurt bigirin dê li dijî polîtîkayên qeyûm ewqas bihêztir bin.”    ‘EM XWE JI XIZMETÊ NADIN PAŞ’   Endamê Meclisa Şaredariyê Şaban Alkan jî got ku ji bo wan kar û xebat ne girêdayî avahiya şaredariyê ye. Alkan, anî ziman ku ew ji bo 5 salan xizmeta gel bikin hatine hilbijartin û mazbataya xwe ji gel girtine. Alkan, destnîşan kir ku ew dê kar û xebatên xwe bimeşînin û wiha pê de çû: “Me serokwekîla şaredariyê li gorî qanûnan hilbijart. Em jî endamên meclisa şaredariyê ne û em ê xizmeta gelê xwe bikin. Em ê gelek xebatên çandî, civakî, ekolojîk hwd. bikin û dê xwe ji çi xizmetan nedin paş.”   Alkan, diyar kir ku ew qeyûm nas nakin û qeyûm weke pergala xerabkirin, talan, dizî, xespkirina vîna gel û dîktatoriyê pênase kir. Alkan, axaftina xwe wiha qedand: “Şaredarî saziyeke gel e, ne girêdayî walî ye. Ev 22 sal in desthilatê nekarî şaredariya me bi rêya demokrasiyê bi dest bixe. Niha bi rêya qeyûm desteser dike. Lewma em qeyûm nas nakin û vîna gel esas digirin. Vîna gel jî em in û em li vir in. Em ê tekoşîna xwe bimeşînin. Em naxwazin çavkaniyên Colemêrgê ji bo endamên AKP’ê û mitehitên AKP’î bên xerckirin.”