Ji nûnerên sendîkayan banga mitînga Kartalê 2024-06-25 09:12:28   STENBOL - Nûnerên sendîkayan ku ji bo mitînga dê li Qada Kartalê li dijî qeyûm bê lidarxistin bang kirin û got: "Em ji bo azadiya xwe û keda xwe hemû kedkaran vedixwînin mitînga li Kartalê."    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê wê di 29'ê Hezîranê de li Qada Kartal a Stenbolê bi dirûşma "Em ê ji bo keda xwe û azadiya xwe rê nedin qeyûm" mitîngeke mezin li dar bixin. Bangên ji bo tevlibûnê didomin.    Nûnerên sendîkayan û rêxistinên kedê têkildarî mîtîngê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    GAZÎ KARKERAN KIRIN   Berpirsê Rêxistinbûyînê yê Sendîkaya Înşaat Îşê Denîz Gîder hewldana xespkirina vînê ya li Wanê bibîr xist û got: "Îro heman tiştî li Colemêrgê dikin. Em ê li ber van êrişan xwe li bêdengiyê daneynin û heya dawiyê bitêkoşin. Kesên ku îro vîna gel nas nakin, sibê wê mafên demokratîk ên karker û kedkaran jî xesp bikin." Gîder bilêv kir ku li dijî bêhiqûqîtiyan tekane çare têkoşîna hevpar e û bang li hemû kedkar û karkeran kir ku beşdarî mîtîngê bibin.    MAFÊ HILBIJARTINÊ TÊ XESPKIRIN   Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Otomotîv û Metalê (TOMÎS) Dilbirîn Acar anî ziman ku karker û kedkarên li Tirkiyeyê bi xizaniyê re rû bi rûne û karkerên îtiraz dikin jî ji aliyê desthilatê ve tên tepisandin. Acar bilêv kir ku gelê kurd jî bi heman rewşê re rû bi rû ye û got: "Îro mafê hilbijartinê yê gelê kurd tê xespkirin."   Acar destnîşan kir ku mîtînga wê bê lidarxistin girîng e û got: "Ji bo em pêşî li polîtîkayên êrişkar ên desthilatê bigirin û mafên xwe yên xespkirî bigirin em li Qada Kartalê li benda hemû rêxistinên kedê ne."    Serokê Giştî yê LÎMTER-ÎŞ'ê Kanber Saygili jî destnîşan kir ku ew tayinkirina qeyûm qebûl nakin û got: "Lewma em ji bo keda xwe û azadiya xwe li Kartalê li benda hemû kedkaran e."    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Seroka Şaxa Hejmara 1 a Aliyê Anatolyayê ya Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî ya Tirkiyeyê (Genel-Îş) Nazan Cevher Çam Ayê diyar kir ku ew qeyûmê tayinî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin nas nakin û got ku li dijî qeyûman pêşxistina xeteke têkoşîna hevapr divê. Ayê bilêv kir ku ji bo vê jî divê mîtînag li Stenbolê bibe destpêk û got ku divê hêzên kedê hemû piştgiriyê bidin.