Hatîmogûllari: AKP’ê ji bo ku nekarî bi kurdan serî bide tewandin ev doz vekir 2024-06-25 10:12:14 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya beriya danişîna Doza Kobanê ya Duyemîn axivî, wiha got: “AKP’ê ji bo ku ji aliyê siyasî ve nekarî HDP’ê têk bibe û nekarî bi gelê kurd serî bide tewandin ev Doza Komployê ya Kobanê vekiriye.”   Danişîna yekemîn a Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên di navbera 6-8’ê cotmeha 2014’an de pêk hatine de derheqê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Pero Dundar, Fatma Kurtalan û Garo Paylan de hatiye vekirin, îro tê lidarxistin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li ber Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya ku danişîn lê tê lidarxistin daxuyanî da. Hatîmogûllari ya doza beriya niha û cezayê li siyasetmedaran hate birîn bi bîr xist doz weke “komployê” penase kir û got: “Em mafdar jî derketin. Tu hevalên me yên ceza li wan hate birîn ji sûcên arasteyî wan dihatin kirin ceza negirtin.”   ‘SÛCDARIYÊN BÊBINGEH’    Hatîmogûllari di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Sûcên ku tên îdiakirin çi bûn? Ji qetilkirina 37 kesan berpirsyar hatibûn girtin. Ji zirardayîna gelek saziyan re dihatin darizandin. Rayagiştî ya Tirkiyeyê bûyer weke cînayeta Yasîn Boru dizandin. Lê dema biryar hatin aşkerekirin me dît ku hevalên me ji van sûcên jê dihatin sûcdarkirin ceza negirtin. Ji xwe dema em li îfadeyên şahidên veşartî û aşkere dinêrin tê dîtin ku delîlek û encameke ku bikartin bigirin dest nîne. Îro ji xwe îdianameya Doza Komployê ya Kobanê têk çûye. Cezayên ku li hevalên me hatin birîn ji ber axaftinên wan ên li parlamentoyê, kolanê û dema xebatên xwe yên partiyê de kirine ne. Em dibînin ku weke Doza Komployê ya Kobanê ya din ku hevala me Huda Kaya ya girtî jê tê darizandin di vê îdianameyê de jî komplo berdewam dike. Rêzdar Huda Kaya miroveke ku di serdema 28’ê sibatê de hatiye darizandin e. Heman Huda Kaya niha ji aliyê daraza Qesrê ve bi feraseta 28’ê Sibatê tê darizandin. Em vê qebûl nakin.   DARAZ BI SEDEMÊN SIYASÎ TEVDIGERE   Doza Komployê ya Kobanê encamên daraza ku bi îdianameyên li Qesrê tên nivîsîn dimeşe û veguheriye piştpala AKP’ê û Qesrê ye. Em vê qet qebûl nakin. Îro biryarên DMME’yê li holê ne. Biryara ku DMME’yê ji bo Demîrtaş daye, biryareke ku hemû hevalên me eleqedar dike ye. Tirkiye weke welatekî ku alîgiriya PMME’yê dike divê biryarên DMME’yê bi cih bîne. Biryarên DMME’yê dibêjin ku ‘Li Tirkiyeyê darazê alî girtî ye, ne li gorî hiqûqê li gorî sedemên siyasî tevgeriya ye û ev biryar dane. Ev biryar pûç û vala ne û kesên ji Doza Komployê ya Kobanê tên darizandin divê demildest bên berdan’. Em dixwazin ku biryarên DMME’yê bên bicihanîn.   JI BO KU NEKARÎ TÊK BIBE DOZ VEKIR   Herkes destpêka çîroka Doza Komployê ya Kobanê dizane. Kobanê cihê ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîn tê meşandinê ye. Hemû cîhanê Kobanê bi têkoşîna birûmet a li dijî DAIŞ’ê hatiye dayîn nas kiriye. DAIŞ rêxistineke ku wê serdemê ji Iraqê heta sînorên Tirkiyeyê temamê herêma Levantê bi armanca dewleteke îslamî misilman jî di nav de gelek kes qetilkirine ye. Gelê Kobanê, gelê kurd li dijî vê rêxistina dijmina jinan, tecawizkar û qetilker berxwedaneke xurt daye. Ev berxwedan li Tirkiyeyê û hemû cîhanê bi minetdariyeke mezin hate pêşwazîkirin. Lê ji ber AKP’ê ji aliyê siyasî ve nekarî HDP’ê têk bibe û nekarî bi gelê kurd serî bide tewandin ev Doza Komployê ya Kobanê vekiriye. Em vê komployê qet qebûl nakin. Berxwedana Kobanê berxwedaneke birûmet e. Ne tenê HDP’î xwedî li berxwedana Kobanê derketin; li Tirkiyeyê herkesên alîgirê demokrasiyê û li dijî feraseta DAIŞ’ê xwedî li vê berxwedanê derketin. Ji bo rayagiştî ya cîhanê jî wiha ye.    CEZAYÊ HATIYE DAYÎN ALÎGIRIYA DAIŞ’Ê YE   Biryarên ku di Doza Komploya ya Kobanê de hatin dayîn, cezayên li hevalên me hatine birîn biryarên alîgiriya DAIŞ’ê ne. Em van biryaran qet qebûl nakin. Divê di Doza Komployê ya Kobanê ya duyemîn de ku Huda Kaya girtî tê darizandin û hevalên me yên din negirtî tên darizandin de hemû hevalên me bên berdan. Heke îro piçekê jî wijdan hebe û hiqûq li ber çavan were girtin, dijberiya DAIŞ’ê li ber çavan were girtin, biryara ku têkildarî hevalên me bê dayîn biryara beraetê ye. Îro jî weke demên berê em ê weke DEM Partiyê û hêzên demokrasiyê li dijî dozên komployê têkoşîna xwe bidomînin.”   ÎNAL: DIVÊ LI DIJÎ VÊ ZILMÊ BÊ DERKETIN    Yûsûf Înal ê ji Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) jî anî ziman ku doz bi fermanê hatiye vekirin. Înal, bal kişand ku doz li dijî hiqûq û demokrasiyê ye û wiha got: “Ev xala dawî ya peyvê ye. Herkesên ku dibêje ez misilman im, mirov im, demokrat im divê li dijî vê zilmê derkeve. Kesê ku li dijî vê zilmê dernekve nikare bêje ‘ez misilman im’. Nikare bêje ‘ez mirov im demokrat im’. Ev pêkanîneke keyfî ye.”