Li ‘Biaxive, tu ji ku yî’ doz hate vekirin: Bikaranîna deng hatiya astengkirin! 2024-06-25 10:42:49   ŞIRNEX - Derheqê Suleyman Salgucak de ku di roja hilbijartinê de li dijî leşkerên veguhestî yên Şirnexê bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşan dabû, bi îdiaya “Nehiştine hilbijêr biçe ser sindoqê” doz hate vekirin.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de bi hezaran polîs û leşkerên veguhestî li Dibistana Seretayî û Navîn a Tumgeneral Omer Keçecîgîl a Şirnexê deng dan. Welatiyê bi navê Suleyman Salgucak (61) jî bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşan dabû. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derheqê Salgucak, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Abdullah Gungen û Tufan Ertaş de îdianame amade kir.    Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê îdianame qebûl kir. Di îdianameya ji 3 rûpelan pêk tê de ji bo her sê kesan îdiaya “Bi rêya gefxwarin/tundiyê nehiştin hilbijêr bikevin qada sindoqê û dengê xwe bidin” hate kirin. Di îdianameyê de îfadeyên her sê kesan jî cih girtin û gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” weke delîl hate nîşandan.    Balkêş e ku gotina Salgucak a “Biaxive, tu ji ku yî?” di îdianameyê de weke “Polîs tu ji ku yî, polîs tu ji ku yî, biaxive, tu ji ku yî?” hatiye nivîsandin.     DELÎL: BIAXIVE, TU JI KU YÎ?   Di îdianameyê de hat gotin ku lêpirsîn piştî berteka Salgucak hatiye destpêkirin. Di îdianameyê de cih dan gotinên kesên din jî. Di îdianameyê de wiha hate gotin: “ (...) di heman vîdeoyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen ji kesên dê biçûna dengê xwe bidin re got; ‘hûn kole ne, hûn tevek kole ne’, kesekê di nava qelebalixiyê de jî ji kesên dê biçûna dengê xwe bidin re got ‘Hûn diz in, hûn diz in, hûn bêrûmet in, hûn bêheysiyet in’ (...)”    SALGUCAK: MIN TENÊ JÊ PIRSÎ   Di îdianameyê de hat gotin ku Salgucak di 19’ê nîsanê de îfade daye. Di îfadeya xwe de Salgucak wiha got: “Di demên berê de min her tim dengê xwe li wê dibistanê dida. Min digot qey heman dibistan e û bi tena serê xwe çûm wir. Lê peywirdarên li wir ji min re gotin ku ez xelet hatime û divê li Dibistana Gazîpaşayê dengê xwe bidim. Kesekê min nas nedikir ji min re got ku piraniya kesên li vir dengê xwe didin biyanî ne û ji derve anîne. Lê belê ez kesê ev gotin kirî nas nakim û nayê bîra min. Gotin ku tu kesên li vir deng didin Şirnexî nînin. Dema ez ê ji dibistanê derbiketima û biçûma dengê xwe bidim, ji otobûsa nêz3ı 50 metreyan dûrî dibistanê leşkerek paya bû. Jê re hate gotin ku bibin rêz û wisa biçin dengê xwe bidin. Bi vê yekê min fêm kir ku ew kesên sivîl leşker in. Ji ber vê sedemê min jê re got ‘Biaxive, tu ji ku yî?’ Plakaya otobûsa wan ne ya Şirnexê bû. Min got ev leşker ji derveyî bajar ji bo dengdayînê anîne lewma min wisa jê re got. Ez kesên bi min re li ber derî nas nakim. Min çêr li kesên hatin deng dayîn nekirin, min heqaret lê nekir, kevir neavêtin, min tenê pirsek jê kir.”    GUNGEN: ÎRADEYA GEL HATE XESPKIRIN   Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî di îfadeya xwe de got ku gotinên hatine kirin aydê wî ne. Gungen, wiha got: “Dema çûm dibistanê min ji kesekî ferman negirt û ferman nedaye tu kesekî jî. Min tu kes araste nekiriye û kesekî jî ez arasteyî wir nekirim. Fikrekî min a astengkirina dengdayîna kesên li Dibistana Navîn a Tuggeneral Omer Keçecîgîl tune ye. Armancekî min a heqaretê li kesên pêşiya dibistanê bikim tune ye. Tenê min bertek nîşanî kesên bi otobûs û mînîbusan weke hilbijêrên rojane anîn wir heye. Têkildarî vê mijarê hem bi awayekî şexsî hem jî weke partiyê me serlêdana sûc kir. Ez hêj jî li ser wê fikra xwe me ku bi van rêbazan û bi rêya hilbijêrên veguhestî îradeya gel hatiye xespkirin. Berteka min a li wir ne li dijî şexsan, li dijî xespkirina vînê ye.”    DAXWAZA CEZAKIRINÊ   Dozger jî xwest her sê kes bi îdiaya “Bi rêya gefxwarin/tundiyê nehiştine hilbijêr biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin” bên cezakirin. Danişîna ewil a dozê dê di 8’ê cotmehê de li Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê bê lidarxistin.    MA / Zeynep Durgut