Hevşaredar Bucak: Qeyûm ji bûdçeya agirkujiyê 8 milyon TL şandiye 2024-06-25 12:00:45   AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku rewşa xebatkar û envanterên beşa agirkujiyê ya şaredariya ji qeyûm dewr girtin gelek xerab e û wiha got: “Rojê derdora 80 îxbarên şewatê tên. Em hewl didin bi 298 xebatkar û 59 wesayîtan xizmetê bidin gel.”    Di şewata 20’ê hezîranê ya li navçeya Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de ku ji ber têlên ceyranê derket, 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji ewil komên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mudaxileyî şewatê kirin û bangên ji bo helîkopteran hatin kirin jî bêbersiv man. Şewatê bandor li herêmeke mezin kir. Piştre jî li Bismil, Erxenî û herêma Qerejdaxê ya li Xana Axpar jî şewat derketin.    Bi hatina demsala havînê re hejmara şewatan zêde bû. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak têkildarî komên agirkujiyê yên şaredariyê de axivî.    ROJÊ 80 ÎXBARÊN ŞEWATÊ TÊN   Bucak, di serî de kesên di şewata li Xana Axpar û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. Bucak, got ku piştî 20’ê hezîranê gelek îxbarên şewatê ji wan re hatine. Bucak, da zanîn ku di 23’yê hezîranê de 284 îxbarên şewatê ji wan re hatine û wiha got: “Di rojên piştre de jî her roj nêzî 80 îxbar tên. Piraniya wan jî îxbarên şewatên li nava zeviyan, yên xozanan û ji ber birûskan derdikevin in. Di 23’yê hezîranê de li herêma Ovabag a Qerejdaxê li qada bikevir û daristanê şewat derket. Tavilê bi helîkopterê mudaxile kirin û vemirandin.”    59 WESAYÎT Û 298 XEBATKAR HENE   Bi domdarî Bucak anî ziman ku bi rewşa heyî re mumkin nîne bi hemû şewatan re bigihijin û wiha pê de çû: “Ev jî me diêşîne. Rewşa personelên teknîkî û envanterên yekîneya agirkujiyê ya me dewr girtî kambax e. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xizmetê ji herêmeke pir berfireh re dike û vê jî bi 298 xebatkaran dike. Lê divê ev hejmar bi ser 500’î re be. 59 wesayîtên me hene lê di tevekan de dereske tune ne. Avreşok, pêşwesayît û tankerên avê hene. Wesayîtên rizgarkirinê yên pirarmanc hene lê bi giştî hejmara van tevekan 59 e. Anku ji ber hejmara kêm a xebatkar û wesayîtan, em nikarin wekî tê xwestin mudaxileyî hemû şewatan bikin. Em pê re nagihin. Li navçeyên me yên derve jî navendên koordînasyonê û yekîneyên agirkujiyê hene. Divê em hejmara xwe ya li Xana Axpar, Bismil û navçeyên din jî zêde bikin. Di mijara wesayît, envanter, cil û bergên biqelîte yên li dijî agir parastî, lepik, kask û bêtêl gelek kêmasiyên me hene. Piştî me di 8’ê nîsanê de mazbata girtî, yek ji yekîneyên ji ewil me tespît kiriye jî yekîneya agirkujiyê ye. Ji ber ku yekser berpirsyartiya wan a xelaskirina can û mal heye.”    TENÊ DU WESAYÎTÊN BI DERESKE HENE    Di berdewamê de Bucak diyar kir ku qeyûman di nava 8 salan de tu xebat ji bo yekîna agirkujiyê nekiriye û wiha derbirî: “Hinek wesayîtên me 15 salî ne. Tenê du wesayîtên me yên bi dereske hene. Yek ji wan derdora 50-40 metre ye. Yek ji van di sala 2015’an de ji hêla Almanyayê ve hatiye şandin û ya din jî dema berê hatiye standin. Dema em li salên di navbera 2016-2024’an de dinihêrin, ne wesayîtên bi dereske anîne ne jî ji bo vê yekîneyê tiştek hatiye kirin. Em dibînin ku di sala 2022’yan de ji bûdçeya yekîneya agirkujiyê 8 milyon û 600 hezar TL ji bo yekîneyên din hatine bikaranîn. Di halê hazir de kêmasî hene. Şewata 20’ê hezîranê careke din nîşan da ku divê tavilê îhaleyên wesayîtan bên kirin, alîkariyeke cidî ya ekîpmanan were kirin û xebateke baş bê meşandin.”    ZIYANÊN ŞEWITANDINA XOZANAN   Hevşaredar Serra Bucak destnîşan kir ku têkoşîna li dijî şewitandina xozanan her tim heye û ev hişyarî kir: “Şaredarî her sal ji meha gulanê heta mijdarê bang li gel dike. Banga me ji bo gelê me ew e ku xozanan neşewitînin. Ev zirareke mezin didin ekosîstema me. Her wiha berhemdariya axê tune dibe. Dibe sedema mirina tevahiya zindiyên li wê herêmê. Carnan jî dibin sedema şewitîna zeviyên çandî. Xozanê hûn dişewitînin dibe ku ji bo kesên din bibe sedema karesatê. Ji kerema xwe xozanê neşewitînin. Divê em di vê mijarê de bi keya û şêniyên gund û taxan re bicivin û vê mijarê nîqaş bikin. Divê em vê mijarê li her platformê belav bikin.”    DI 2 MEHAN DE 364 ŞEWATÊN XOZANÊ   Bucak, daneyên şewatên xozanan ên li gorî salan wiha parve kir: “Di navbera mehên hezîran-mijdara 2020’an de 3 şewatên xozanê hene. Di heman mehên sala 2021’an de 489, di ya 2022’yan de 485, di 2023’yan de 810 û tenê di meha gulana 2024’an de 54 şewat derketine. Heta meha hezîranê xelas nebûyî jî ev reqem derketiye 310’an. Ev daneye nîşan didin ku xetereyeke cidî heye. Lewma di mijara ekîpman û xebatên hestiyariyê de berpirsyartiyeke me ya mezin heye. Banga me ya ji bo gelê me ew e ku neşewitînin.”    ‘BILA WEKE HERÊMA KARESATÊ BÊ RAGIHANDIN’   Bucak, da zanîn ku ji kêliyên ewil ên şewatê re bi awayekî koordîneyî li qadê xebitîne. Bucak, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê ji vir û şûnde jî li cem gelê xwe bin. Em ê wan bi tenê nehêlin. Li gundan zarok hene. Hem komîsyonên zarokan hem jî komeleyên di qada zarokan de û serokatiya xizmetên civakî dest bi xebatên psîko-sosyal kirin. Em ê piştevaniyê xurtir bikin û birînên xwe bi hev re bipêçin. Lê ev bi tena serê xwe bes nake. Ji roja ewil ve em bang dikin ku ev herêm weke ‘Herêma Karesatê’ bê ragihandin. Divê ji bo cotkarên me yên mexdûr bûne fon bên avakirin, xesar bê tespîtkirin û alîkariya madî were kirin. Weke şaredarî çi bikeve ser milê me, em amade ne ku bikin.”    MA / Mujdat Can