Li Girtîgehên Sûlûca û Alanyayê binpêkirinên mafan 2024-06-25 14:17:05   ANTALYA/EDENE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûcayê û Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê tên ragirtin sepanên binpêkirinên mafan parve kirin.    Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa L ya Alanyaya Antalyayê înfaza gelek girtiyan şewitand û berdana wan asteng kir. Hat zanîn ku girtiyên 30 sal in tên ragirtin û paşnavên wan nehatine zanîn Rojda, Leyla û Hatîce Kaçmaz ji bor ferzkirina poşmantiyê qebûl nekirine berdana wan hatiye astengkirin.    Berdana Hatîce Kaymakê ku cezayê xwe yê 9 salan temam kiriye, bi hinceta cezayên dîsiplînê û ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye ev 2 sal in tê taloqkirin.    EDENE   12 girtiyên di Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T ya Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin, di 6’ê hezîranê de sewqî Girtîgeha Tîpa Y ya Sûlûcaya Edeneyê kirin. Girtiyên di hucreyên yekkesî de tên ragirtin bi riya parêzerên xwe ve binpêkirinên mafan ên li dijî wan tên sepandin wiha parve kirin: “Em di germehiya Edeneyê de di qawîşên yekkesî de tên ragirtin. Di qawişan de ne sarinc heye ne jî perwane. Me rojê carekê derdixin hewşê û di nav şert û mercên giran de tên ragirtin. Em banga hestiyariyê ji raya giştî û cemaweriyê dikin. Em dixwazin şert û mercên halê hazir werin guherandin.”    Navên girtiyan wiha ne: Haci Alagaş, Mehmet Emîn Ado, Necmettîn Kipçak, Vedat Bayram, Umît Çakir, Îmran Esmer, Mehmet Çagla, Hasan Şahîn, Mûstafa Ozer, Erbîl Ermegan, Celal Ercan û Şehmûs Mûtlû.