Kazim Koyûncû hate bîranîn: Xwest em xwedî li jiyana xwişk û biratiyê derkevin 2024-06-25 17:05:42   ARTVÎN - Kazim Koyûncû ji hêla heskiriyên xwe ve di 19’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora bîrdarî ya li Hopayê hate bîranîn.   Hunermendê ji Behra Reş Kazim Koyûncû, di 19’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya bîrdarî ya Pançol a li navçeya Hopaya Artvînê hate bîranîn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Tevî malbatê, Parlamenterê CHP’î yê Rîzeyê Tahsîn Ocakli û şaredarên Findikli, Hopa, Kemalpaşa, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de Serokê Şardarê Findikliyê Ercument Şahîn Cervatoglû axivî û wiha got: “Em di avakirina cîhana ku Kazim qal dikir de kêm man. Yu dikeve ser milê me divê em bikin. Kazim ne tenê hestên vê erdnîgariyê anî ziman. Hewl da bandorê ser siyaset, xweza, mirov û jiyana vê derê jî bike. Yên ku dixwazin ev welat wekhev, azad û edalet be, em neçar in ku di vê mijarê li gorî berpirsyariya xwe tevbigerin. Ev vê yekê nekin dê Kazim xemgîn bibe.” Atakan Asilbay ê ser navê Malên Gel (Halkevlerî) axiviye wiha got: “Bîranîna Kazim Koyûncû ji bo me ne tenê hatina ser gora wî û kirina axaftinan e. Bîranîna Kazim di xwedîderketina Taksîmê de li hember barîkatan sekinîn e. Ji ber sekna Kazim ê şoreşger vê yekê nîşanî me da. Bîranîna Kazim di heman demê de têkoşîna li dijî tarîtiya cihêkariya huner û hunermendiya ye. Bi gotina stranên lazî,  hemşînî, gurcî yên ser dika Newroza Amedê de bi mirovên girtine horonê re nîşanî me da ku divê ev jiyana xwişk û biratiyê qebûl bikin.”   Çalakiyên bîranînê dê bi gotûbêja alîgirên Hopaspor û Zarokên Asî Yên Behrê li Parka Şaredariya Hopayê berdewam bike.