Li Xarpêtê jinek hat qetilkirin 2024-06-25 19:39:58   XARPÊT- Li Xarpêtê mêrê bi navê Firat Bûlût, Selen Akpolatê qetil kir û piştre xwe kuşt.   Li Xarpêtê Firat Bûlût (26), Selen Akpolatê (26) bi çekê qetil kir. Gumanbar piştre xwe jî kuşt.   Li ser îxbara kesên derdorê ekîbên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin. Hat tespîtkirin ku Selen Akpolatê jiyana xwe ji dest daye. Ekîban tespît kir ku Firat Bûlût jî jiyana xwe ji dest daye.    Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.