ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-26 09:00:03 * Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê têkildarî şewata ku 15 kesan tê de jiyana xwe ji dest da axivî, diyar kir ku dema qeyûm da şaredarî di bin deynî de hatine hiştin lê ji tu yekîneyan re pere nehatiye dayîn û got: “5 milyar lîre deyn hatiye hiştin lê ji tu yekîneyan re nehatiye xerckirin.”   * Hevserokê MED-TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomin nirxandin û diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakî bi şêwazên cuda bidomin.   * Serokê Komeleya Bila Rengên Jiyanê Neçilmisin Osman Tûrgût diyar kir ku di warê têkoşîna li dijî tiryakê de peywireke mezin dikeve ser milê rêveberiyên xwecihî û got: "Li ber destê me tu dane tune ne ku li Wanê çend kes tên dermankirin. Ji lew re midûriyeta polîsan û Wezareta Tenduristiyê daneyan bi me re payê nake."    * Hevserokê Şaxa EMO’ya Amedê Ûfûk Bûlût destnîşan kir ku wan ji bo enerjiyekî baştir û pêşîlêgirtina karesatan, berî niha DEDAŞ’ê hişyar kirine û anî ziman ku wan ji ber aliyê xwe yê bazirganiyê hişyariyan piştguh kirine.   * Danişîna 4’emîn a doza girtinê ya li dijî GOÇÎZDER’ê dê li 15’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye bê lidarxistin. (09.30)    * Danişîna biryarê ya Komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê ku ji aliyê bersûcên fîrarî dom dike dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, dê beriya danişînê li ber edliyeyê, daxuyaniyê li dar bixe. (09.30)    * TÎHV, TTB û ÎHD dê rapora ku têkildarî îşkenceyê amade kirine li Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi raya giştî re aşkere bike. (11.00)    * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê têkildarî rojeva jinan li navenda giştî civîna çapemeniyê li dar bixe (11.00) ZINDΠ   * Şaxa OHD’ê ya Stenbolê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)    * Platforma Hawîrdorê ya Mêrsînê dê têkildarî şewatên li Amed û Mêrdînê pêk hatin li Parka Ozgur Çocûkê daxuyaniyê pêk bîne. (17.30)    * Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê maça ewil a “Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê” li Mêrsînê bilîze. (19.00)    * Nobeta qeyûm a hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Qada Şîşhane ya li Stenbolê dê berdewam bike. (20.00-22.00)