Canpolat: Heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakî bidomin 2024-06-26 09:03:44   AMED - Hevserokê MED-TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomin nirxandin û diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakî bi şêwazên cuda bidomin.   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin 40 meh in agahî nayê girtin. Çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan berdewam dikin. Çalakiyên girtiyên siyasî yên di 27'ê mijdara 2023'yan de ji bo "Azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd" dest pê kiribûn, dewam dikin. Girtiyên ku ji 4'ê Nîsanê û vir ve çalakiya xwe ya greva birçîbûnê derbasî qonaxeke nû kirin, bi boykotkirina dadgehan û hevdîtinan didomînin. Xizmên girtiyan jî hefteyê 3 rojan li ber girtîgehê, Wezareta Dadê û avahiyên AKP'ê çalakiya xwe berdewam dikin.   Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED'ê (MED TÛHAD FED) Kerem Canpolat, çalakiyên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan hatine destpêkirin nirxand û got ku heta terîd bi dawî dibe bi şewazên cuda çalakî wê bidomin.    'JI CIHANÊ MÎNAKA WÊ NÎNE'   Canpolat diyar kir ku li welat di her aliyê civakê de krîzeke giran û alozî heye û got ku bingeha pirsgirêkan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Canpolat bi bîr xist ku di sala 2013'an de dema hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re dihatin kirin li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rewşek geş bû û ev tişt gotin: "Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên berê de gotibû 'ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim.' Ev gotin pir girîng e. Ji bo krîz û kaos bi dawî bibe divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û muzakere bên kirin. Em jî dixwazin ev şer bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Muxatabe vê pirsgirêkê weke dewletê jî bi fermî qebûl kiribû birêz Abdullah Ocalan e.Ev 40 meh in ji Birêz Abdullah Ocalan û ji girtiyên li Girava Îmraliyê tu xeber nayê. Em ji rewşa wan bi fikar in. Tirkiye jî bi van polîtîkayên tecrîdê qanûnên xwe binpê dike. Tecrîda ku li Girava Îmraliyê berdewam dike li tu derê cîhanê mînaka wê tuneyê."     'DÊ BI WEZARETA DADÊ RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN'   Canpolat diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyên siyasî bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kurd li Kurdistanê û gelek deverên cihanê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê didomînin. Her wiha çalakiyên li girtîgehan dewam dikin. Çalakiya xizmên girtiyan li ber girtîgehê dewam dike. Ji ber ku aştî û jiyaneke xweş bi bidawîbûna tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Heta ku tecrîd û neçaresernekirina pirsgirêka Kurd bidome, aştî û aramî nayê vî welatî. Em hewl didin bi çalakiyan rewşa tecrîdê ji hemû civakê re vebêjin.  Bi vê boneyê em her hefte çalakiya xwe ya li gel xizmên girtiyan li ber Wezareta Edaletê û Girtîgehan didomînin. Bi çalakiyên li girtîgehê berdewam dikin re em peyamê didin ku girtî ne bi tenê ne, daxwazên wan jî daxwazên me ne. Her wiha em bi partiyên siyasî re jî hevdîtinan dikin. Li Enqereyê her roja çarşemê li ber Wezareta Edaletê çalakiya xwe didomînin. Hefteya borî ji Wezareta Edaletê re civînek hat lidarxistin. Di van hevdîtinan de tecrîd û pirsgirêkên li girtîgehê dewam dikin hatin nîqaşkirin. Encam têr neke jî îro civîneke din tê lidarxistin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di tecrîd û girtîgehê de em xwe ji vê hevdîtinê re amade dikin. Wezaret di hevdîtinan de dibêje ku birêz Abdullah Ocalan dikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê ev  derew û xapandinê. Ev 40 meh in tu xeber ji birêz Abdullah Ocalan nayê. Hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ji bo azadî û aştiya vî welatî gelekî girîng e."   'ÇALAKÎ DÊ BIDOME'   Canpolat da zanîn ku çalakî wê bi şêwazên cuda berdewam bikin û wiha got: “Em ji bo berfirehkirina çalakiyan hefteyê sê rojan dewam dikin. Heta ku dewlet gavan bavêje wê çalakiyên me bidomin. Yek ji girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê Veysî Aktaş 30 sal derbas bû jî, tevî ku hincet tunebe jî berdana wî 5 meh hat dirêjkirin. Çalakiyên me wê ji niha û pê ve jî bi awayên cuda bidomin. Em hê jî nîqaş dikin. Me hê zelal nekiriye ku xwepêşandan dê çawa bidomin.Lê belê wê di rojên pêş de jî çalakiyên bi şêwazên cuda dewam bikin. Dema ku em zelal bikin, em ê bi raya giştî re parve bikin. Em hewldidin ku çalakiyên xwe mezintir bikin. Armanca me ew e ku xwe bigihînin hemû beşên civakê."   'PARTIYÊN MUXALIF BÊDENGIN'   Canpolat bêdengiya partiyên muxalif ya li hemberî tecrîd û polîtîkayên şer rexne kir û wiha pê dê çû: “Sedema ku desthilatdariya AKP-MHP’ê 22 sal in li ser desthilatdariyê ye, polîtîkayên şer e. Lê belê partiyên muxalefetê li hemberî tecrîd û şer bêdeng in. Divê aliyên muxalîf li dijî tecrîd û polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin. Partiyên muxalefetê yên sereke, partiyên ku xwe weke sosyalîst û olî pênase dikin, li hemberî tecrîd û polîtîkayên şer bêdeng dimînin xwe diparêzin. Lê heta ku li hemberî vê rewşê bêdeng bin dê her muxalîf bimînin. Pêwîste aliyên din bertekên xwe nîşan bidin da ku ev bêhiqûqiya ku bandorê li her kesî dike bi dawî bibe. Îro ew roj e ku partiyên Sosyalîst û muxalefetê yên ku xwe wek demokrat penasê dikin samîmiyeta xwe eşkere bikin. Heke samîmî bin bila li cem me bin û li dijî polîtîkayên tecrîd û şer dengê xwe bilind bikin."   'BANGAWAZÎ'   Canpolat bi lêv kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hemû beşên civakê bandor dike û ev bang li raya giştî kir: “Banga me li hemû beşên civakê ye. Werin em bi hev re bertekên xwe nîşan bidin da ku li vî welatî hiqûq, edalet û wekhevî pêk were. Em bang li gelên demokrat, olî, sosyalîst û hemû pêkhateyên vî welatî dikin ku destê xwe bidin hev. Werin em bi hev re bersiveke xurt bidin. Wekî din em nikarin pêşiya vê rewşa xirab bigirin. Ev rewşa xirab ne tenê li ser Kurdan, bandorê li her kesî dike. Em dixwazin hemû pêkhateyên vî welatî piştgiriyê bidin çalakiyên me. Ji ber ku ev tecrîd bandorê li hemû beşên civakê dike. Ji bo ji holê rakirina vê pirsgirêka ku bandorê li hemû civakê dike, divê hemû beşên civakê li cem me bin û bi hev re li hemberî vê pirsgirêkê bertek nîşan bidin. Niha dema çalakiyê ye, ne dema axaftinê ye. Her tiştê ku divê bê gotin, jixwe hatiye gotin. Niha li hemberî vê yekê pêwîste gavên pratîk bên avêtin. Ger em karibin bi hezaran kesî tev lî çalakiyên xwe yên berdewam bikin, wê ev pirsgirêk ji holê rabe. Pêwîste hemû aştîxwaz û demokrat bi me re bertekên xwe bînin ziman. Ji destpêka çalakiyan ve zextên giran li girtiyan tê kirin. Darvekirina girtiyên 30 salî tê şewitandin. Sirgûn zêde bûn. Banga min ji hemû civakê re ew e ku bibin dengê girtîgehan da ku zextên li ser girtiyan bi dawî bibin."   MA / Mahmût Altintaş