Li Wanê hejmara kesên tiryakê bi kar tînin nayê zanîn: Emniyet û Wezareta Dadê daneyan parve nakin 2024-06-26 09:15:30   WAN - Serokê Komeleya Bila Rengên Jiyanê Neçilmisin Osman Tûrgût diyar kir ku di warê têkoşîna li dijî tiryakê de peywireke mezin dikeve ser milê rêveberiyên xwecihî û got: "Li ber destê me tu dane tune ne ku li Wanê çend kes tên dermankirin. Ji lew re midûriyeta polîsan û Wezareta Tenduristiyê daneyan bi me re payê nake."    Li bajarên Kurdistanê her diçe tiryak berbelav dibe. Di lêkolînên di demên dawî de hatine kirin de, heta bi zarokên 10 salî jî tiryakê bi kar tînin. Serokê Komeleya Bila Rengên Jiyanê Neçilmisin Osman Tûrgût ku ji sala 2017'an ve li Wanê di vî warî de xebatan dimeşîne, anî ziman ku li dijî tiryakê têkoşîneke hevpar divê û got ku bi taybetî di vî warî de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê rêveberiyên xwecihî.    ‘HER SAL ZÊDETIR DIBE'   Tûrgût anî ziman ku hemû derdorên civakê divê di warê tiryakê de berprisiyariya xwe bi cî bînin û got ku her diçe tiryak berbelavtir dibe. Tûrgût destnîşan kir ku divê li dijî tiryakê xebatên hayjêhebûnê û serwextkirinê bên kirin û got: "Em bi salan e li Wanê û herêmê xebatên hayjêhebûnê û serwextkirinê dikin. Em ji bo welatiyên ketine nava pençikên tiryakê xelas bikin têdikoşin. Ji bo vê pêwendiya me im bi dibistan, mizgeft, şarearî û rêxistinên civaka sivîl re heye. Aramnac me ew e ku em li dijî tiryakê bitêkoşin."    Tûrgût bilêv kir ku tiryak li seranserê cîhanê bûye pirsgirêkeke mezin û got: "Em tiryaka li Wanê tenê nasipêrin sedemekê. Cihê ku bajêr lê ye, xwegihandina tiryakê, betalî û her wekî din vê yekê gur dikin. Xebatên heyî yên li dijî tiryakê têr nakin. Di sala 2023'yan de hema bêje her roj polîsan tiryak zevt dikir, lê hejmara kesên bi kar tînin zêdetir dibe. Ger di warê ewlehiyê de kêmasiyek hebe, nexwe divê stratejiyeke nû bê çêkirin. Li vir divê her kes êdî xwe ne wekî şçmiyên kuçeyê, xwe wekî xwediyên kuçeyê bibîne. Ji le wr eli bajaêr me her diçe tiryak zêdetir dibe. Ji sedî 65'ê girtiyên li Girtîgeha Tîpa M û Girtîgeha Tîpa T a Wanê kesên tiryakê bi akr tînin."    Tûrgût da zanîn ku di vê pêvajoyê de xwe gihandine 350 kesên tiryakê bi kar anîne û di warê dermankirinê de alîkariya wan kirine û got: "Li Wanê hejmara kesê ku di vî warî de tên dermankirin li ber destê me tune ye. Mixabin Midûriyeta Polîsan û Wezareta Dadê daneyan bi me re payê nake."    Tûrgût destnîşan kir ku di vî warî de diyardeya "Ne şçniyê bajêr xwediyê bajêr" pir girîng e û got: "Lewma divê dînamîkên xwecihî daxilî nav bibin. Têkoşîna li dijî tiryakê cara ewil li Wanê di dema Hevşaredarê berê Bekir Kaya de dest pê kir. Kampanyayeke bi navê 'Em ne şêniyên kuçeyê em xwediyê kuçeyê ne' dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de pispor jî di nav de hevdîtin bi malbatan re dihatin kirin. Xelasiya ji tiryakê tenê bi polîtîkayên ewlehiyê çênabe. Peywir dikeve ser milê hevşaredarên nû jî. Ji lew re em li hemû kuçeyên bajêr rastî kesên tiryakê bi akr tînin tên. Em li bendê ne ku rêveberiyên xwecihî projeyên xwe yên di vî warî de pêk bînin."    MA / Mehmet Guleş