Di hevdîtina xizmên girtiyan û Wezîrê Edalatê de çi hate axaftin? 2024-06-26 10:55:34   ENQERE - Di hevdîtina duh a navbera xizmên girtiyan û Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç de tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate rojevê. Lê belê Tûnç tecrîdê înkar kir û hevdîtinê di nîviyê de terikand.   Hêzên navneteweyî Rêberê PKK Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê ber bi îro ve polîtîkaya tecrîdê xistin dewrê. Dem bi dem daxwazên hevdîtinê yên parêzer û malbatan bi hinceta “koster xerab e” hatin astengkirin. Ev 40 meh in ji Ocalan û girtiyên li Îmraliyê tên ragirtn tu agahî nayên girtin.    Di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 73 welatan bi tevlibûna rewşenbîr, rojnamevan û akademîsyenan kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate destpêkirin, di girtîgehan de jî bi heman çarçoveyê boykota hatiye destpêkirin didome. Li derve jî di pêşengiya xizmên girtiyan de çalakî tên lidarxistin. Duh xizmên girtiyan ji Wezîrê Edaletê re hevdîtinek pêk anîn û daxwaza xwe ya “Hiqûqê bisepîne, tecrîdê rake” ragihandin.    Ji xizmên girtiyan Refîka Akin, Fatma Çig, Nûray Ozdeş, Leyla Kûday û Gurbet Tekîn, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal û Dîlan Kûnt duh bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re li wezaretê hevdîtinek pêk anîn.    BI DERENGÎ HAT   Li gorî agahiyên bi dest ketine wezaretê ji bo hevdîtinê di saet 15.00’an de randevuyê da xizmên girtiyan. Lê belê ev hevdîtin nîv saet paş de hat kişandin. Xizmên girtiyên ên berî saeta hevdîtinê çûne wezaretê ji nîv saetê zêdetir man li benda hevdînê.   BAL KIŞANDIN SER TECRÎDÊ    Li gorî agahiyên hatine destxistin kêliya hevdîtin pêk hatiye xizmên girtiyan û Parlamenterên DEM Partiyê xwestin hevdîtin were qeydkirin û wêne werin kişandin. Lê belê wezîr xwest di dawiya hevdîtinê de wêne were kişandin. Di hevdîtinê de ewil xizmên girtiyan axivîn û bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ev 25 sal in di qawîşa yekkesî a Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê de tê ragirtin û ev 40 meh in tu agahî jê nayên girtin.    NÎQAŞA ‘BIRÊZ’   Di vê van kêliyan de Tûnç gotina “Birêz Abdulalh Ocalan” ranegirt. Dema Tûnç ji ber vê yekê aciziya xwe anî ziman xizmên girtiyan wiha berteka xwe nîşan dan: “Gelê kurd birêz Ocalan wek rêberê xwe dibîne. Em ê nebêjin birêz, em ê çi bêjinê.” Bi ser vê yekê Wezîr Tûnç ruyê xwe zivirand û ji xizmên girtiyan re wiha got: “Hûn nikarin li vê meqamê bêjin ‘birêz’ û ‘rêber’.”    Lê belê xizmên girtiyan heman gotinan dubare kirin û xwestin tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin û belavî tevahiya Tirkiyeyê bûye were rakirin.    HEWLDANA VEŞARTINA TECRÎDÊ YA WEZÎR   Dema xizmên girtiyan bi bîr xistin ku ev 40 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê agahî nayên girtin, Tûnç wiha aciziya xwe anî ziman: “Ma hûn ji bo zarokên xwe nehatibûn?” Xizmên girtiyan jî dan zanîn ku rewşa zarokên wan dûrî tecrîda li Îmraliyê nîn e. Herwiha hat zanîn ku Tûnç bi israrkirinê xwestiye tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan veşêre. Dema ku mijar hate ser leşkerên mirine jî, xizmên girtiyan ciwanên kurd û hezaran cînayetên faîlên wan nediyar anîn rojevê.   Xizmekî girtiyan ji bertek nîşanî gotinên Wezîr Tûnç ên derbarê Ocalan û girtiyan de aniye ziman da, milê wezîr girt û jê re wiha got: “Ew zarokên me ne, ne terorîst in. Dema hûn dibêjin, ew nabin terorîst.” Xizmên girtiyan wiha gotin. “Heya ku tecrîd dawî nebe dê ev çalakiyên me bidomin. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Ev yek ji bo me binirx e.”   BIRYARÊN NY’Ê HATIN BÎRXISTIN   Li gorî agahiyên kesên tev li hevditinê bûne, Parlamenterên DEM Partiyê jî raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) yên têkildarî tecrîdê amade kirine bi bîr xistin. Herwiha her du biryarên tevdîrê yên CPT’ê yên ji bo dawîkirina tecrîdê hatîn bîrxistin û anîn ziman ku hêj jî ev biryar nehatine pêkanîn.    RAPORA TECRÎDÊ HATE PÊŞKEŞKIRIN   Parlamenterên DEM Partiyê di heman demê de rapora parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya derbarê tecrîda Rêberê PKK’ê, bêhiqûqiyên din ên ser Abdullah Ocalan ên sala 2023’yan hatine jiyîn pêşkeşî wezîr kirin. Herwiha Parlamenteran raporên têkildarî biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dibin sedema neberdana girtiyan, pirsgirêkên tenduristiyê yên tên jiyîn û gelek pirsgirêkên din jî pêşkeşî wezîr kirin.    HEVDÎTINÊ DI NÎVIYÊ DE TERIKAND   Lê belê Tûnç bi hinceta behsa tecrîda Ser Rêberê PKK’ê hatiye kirin, piştî deqeya 21’emîn hevdîtinê dawî kir û bêyî destê dayikan bigire ji odeyê derket.   MA / Mehmet Aslan