Şaredariyê îdiayên Ensarîoglû derewand 2024-06-26 12:02:39     AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a îdiayên Ensarîoglû yên têkildarî îhaleya dermanan de derewand û wiha got: “Dermanên bêqelîte ne û ji hêla fîzîkî ve jî di depoyan de tune ne.”    Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrûllah Gorduk têkildarî îdia û tawanbariyên Parlamenterê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Gorduk, anî ziman ku Ensarîoglû ji bo parastina qeyûman, îhaleyeke dermanreşandinê ya di sala 2023’yan de hatiye kirin û ya îsal daye ber hev. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ensarîoglû bêyî belge hebin, bêyî agahî hebin û bêyî bingehek hebe endamên Meclisê xapandiye.    DERMANÊN ENSARÎOGLÛ QAL DIKE DI DEPOYAN DE TUNE YE    Gorduk, wiha bersiv da Ensarîoglû ku îhaleya bi bihayê 17 milyon û 400 hezar lîreyan diparast: “Şaredariya Bajarê Mezin a di destê qeyûman de; di sala 2021’ê de (hejmara qeydê ya îhaleyê 2021/372666), di sala 2022’yan de (hejmara qeyda îhaleyê 2022/640529) û di sala 2023’yan de jî mîna rêveberiya nû bi rêya usûlê bazariyê derman standiye. Di sala 2022’yan di depoyê de 2 hezar û 500 lîtreyên derman hebûn lê qeyûm îhaleyeke nû kir û di qeydan de eşkere ye ku 7 hezar lîtreyên zêde standiye. Dema rêveberiya nû dest bi kar kirî, di depoyê de tenê 80 lîtreyên dermanê larvasîtê hebûn lewma bi koda lezgîn neçar ma ku ji bo kirîna derman bikeve nava lêgerînê. Dema bikaranîna dermanê hatiye standin, qelîteya wê û dema ferqa kurê esas tê girtin, mimkin nîne ku ji hêla bihayê ve îhaleya di sala 2023’yan de û ya sala 2024’an mirov bide berhev. Mirov pir hindik xwedî zanînê jî be dê bi vê rastiyê bizane. Dermanê behsa xeberê ku dibêjin bierzanî standine, marqeyeke bêqelîte ye û ji hêla fîzîkî ve jî di depoyan de tune ye. Dermanê behsa xeberê ji bo 6 mehan hatiye standin û rêveberiya nû jî ji bo salekê kiriye. Dermanê nû yê hatiye standin, zirarê nade zindiyên derve, xwedî taybetiya toksîkolojî û eko-toksîkolojî ye û li gorî standartên navneteweyî ye.”    DERHEQÊ KESÊN DERMAN NE REŞANDIN DE LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN    Gorduk, da zanîn ku di pêvajoya hilbijartinên rêveberiyên herêmî de rêveberiya qeyûm derman nereşand lewma mêş û kelmêş zêde bûne û wiha pê de çû: “Ev yek bi zanebûn hate kirin. Ji ber ku di serdema çile-sibatê di pêvajoya kirmokeyê de derman nehate reşandin, têkoşîna li dijî populasyonê gelek zehmettir bû. Ji ber ku di dema xwe de derman nehate reşandin, ji ber vê sedemê em neçar man ku du qet zêdetir derman bi kar bînin. Qeyûm, bi vê kiryara xwe zirar daye tenduristiya gel. Şaredariya Bajarê Mezin jî derheqê berpirsyarên vê rewşê de lêpirsîn daye destpêkirin. Ev lêpirsîn didome û dê encamên wê di demekî herî kin de bi raya giştî re bê parvekirin.”    GUHERTINA ÎMARÊ   Gorduk, da zanîn ku parlamenter bi îdiaya “ji bo fîrmaya derman 50 milyon TL pere hatiye xerckirin” jî got ku berevajîkirineke bizanebûnî ye û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku di saziyên cemaweriyê de, beriya her cureyên îhaleyan divê xizmet hatibe kirin an jî mal hatibe standin. Ev yek mecbûriyeteke. Li gorî qanûnan mimkin nîne ku pereyê tiştekî nehatiye standin û xizmeta nehatiye kirin were dayîn. Parlamenter îdia dike ku midûreke di serokatiya Daîreya Îmar û Bajarvaniyê de cih digire, ji bo hevjîna xwe di îmarê de guhertin çêkiriye. Ev îdiaye tenê reşkirineke. Her kesekê hindik jî be bi Qanûna Şaerdariyan a Hejmar 5393’yê û Qanûnên Şaredariya Bajarê Mezin a Hejmar 5216’ê dizanin, baş dizanin ku guhertina îmarê tenê bi biryara meclisa hilbijartî dikare were kirin. Bi vê boneyê dema biryarên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin tên lêkolînkirin, tê dîtin ku biryareke wiha tune ye. Xebata li cihê behsa wê tê kirin jî yek ji xetên îsaleya sereke bi salan berê ser eraziya welatiyekî derbas dibe. Di serdema qeyûm de li vir 3 sal berê avahiyek hatiye çêkirin. Ev xeta îsaleyê li ser jiyana welatiyên di avahî de rûdinin xetereyê çêdike. Di heman demê de yek ji çavkaniyên avê yên bajar jî di bin sîteyeke li herêmê re derbas dibe. Heke arizeyek derkeve mimkin nîne mirov mudaxileyê bike. Lewma diviyabû erazî tevî avahiyan bihatina îstîmlaqkirin. Di vê kirariyê de bêyî ku ji bo çavkaniyên cemaweriyê bibe bar, bi rêbaza deplaseyê hatiye çareserkirin.”