Di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan hatin kirin 2024-06-26 12:43:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya Roja Piştevaniya bi Mexdûrên Îşkenceyê re de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hate gotin ku di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan ji bo rêxistinên mafên mirovan hatine kirin. Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), baro, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), odeyên bijîşkan û komeleyên jinan di çarçoveya “Roja Piştevaniya bi Mexdûrên Îşkenceyê re” de li gelek bajaran çalakî li dar xistin.    AMED   Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) yên Amedê, Baroya Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Bijîşkan a Amedê û Komeleya Jinan a Rosayê di çarçoveya “Roja Piştevaniya bi Mexdûrên Îşkenceyê re” de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Dinyayeke bêîşkence pêkan e” hate hilgirtin.    Nûnerê Şaxa TÎHV’a Amedê Mûrat Aba li ser navê kesên metna hevpar îmzekirin daxuyanî xwend. Aba, da zanîn ku “Peymana li Dijî Îşkence û Muamele Yan jî Cezayên Zalimane, Dermirovî û Rûmetşikandinê” ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 26’ê hezîrana 1987’an de ketiye meriyetê û îro jî di sala 1997’an de ji hêla NY’ê ve weke “Roja Piştevaniya bi Mexdûrên Îşkenceyê re” hatiye ragihandin. Bi domdarî da zanîn ku Tirkiyeyê jî ev peyman mohr kiriye û ku di peymanê de îşkence û hemû cureyên muameleya xerab hatine qedexekirin.    ‘ÎŞKENCE PIRSGIRÊKEKE MAFÊN MIROVAN E’    Aba, diyar kir ku tevî Tirkiyeyê peyman di sala 1988’an de qebûl kiriye jî, ji destpêka komarê heta niha li Tirkiyeyê îşkence û miameleya xerab bi awayekî sîstematîk hatiye kirin. Aba, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zexta aborî, civakî û siyasî ya niha li Tirkiyeyê tê kirin, di roja me de her qad veguherandiye qadên îşkenceyê. Tevî qedexeyan jî li Tirkiyeyê îşkence, yek ji pirsgirêkên sereke yên binpêkirina mafên mirovan e.”    ‘ÎKTÎDAR ÎŞKENCEYÊ TEŞWÎQ DIKE’    Bi domdarî Aba hinek cureyên îşkenceyên psîkolojîk û fîzîkî yên li Tirkiyeyê tên kirin vegot û da zanîn ku îktîdara siyasî ya li Tirkiyeyê îşkenceyê jinedîtî ve tê û îşkenceyê teşwîq dike. Di berdewama axaftina xwe de Aba êrişên li dijî protestoyên li dijî qeyûman, Dayikên Şemiyê û hwd. bi bîr xist. Aba, da zanîn ku di çalakiyên herî demokratîk de jî çalakvan tên binçavkirin, girtin, derbkirin û rastî muameleyeke xerab tên.    ‘ÎZOLASYONA LI ÎMRALIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Aba, bi domdarî bal kişand ser îşkence û muameleya xerab a li girtîgehan û wiha got: “Di demên dawî de bi taybet jî piştî girtîgehên bi tîpên Y û S’yê, şert û mercên îzolasyonê jî girantir bûne. Bi taybet jî şêweyê îzolasyonê yê taybet a li Girtîgeha Girava Îmraliyê nayê qebûlkirin. Îktîdar, mekanîzmayên navneteweyî, rexne û hişyariyên wan paşguh dike û di vê mijarê de tu gavan naavêje. Pêşîlêgirtina îşkenceyê, berpirsyartiya dewletê ye. Divê dewlet îşkenceyê weke rêbaza zextê, bêzarkirin û cezakirinê bi kar neyîne.”   DAXWAZ    Aba, ji bo pêşîlêgirtina îşkenceyê jî ev daxwaz rêz kir:    “* Sedema sereke ya asta îşkenceyê ya li Tirkiyeyê, çanda necezakirinê ye. Divê tavilê dawî li hemû cureyên polîtîkayên necezakirinê bên anîn.    * Divê tevahiya rayedarên dewletê dev ji gotinên xwe yên pesnê îşkence û îşkencekar didin berdin û teşwîq nekin. Divê di çarçoveya hişyariyên mekanîzmayên navneteweyî de, bi awayekî eşkere û li ber çavên raya giştî ya cemaweriyê sepanên îşkenceyê red bikin û şermezar bikin.    * Hewceya di şert û mercên binçavkirinê de temînatên usûlê bi cih bînin. Divê dema binçavkirinê bê kurtkirin.    * Divê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) were rakirin Mekanîzmaya Pêşîlêgirtina Neteweyî (UOM) ya nû ku bi temamî li gorî OPCAT û Prensîbên Parîsê yên NY’ê tevdigera ava bike.    * Divê belgekirin û raporkirina îşkenceyê bi temamî li gorî rêgezên “Protokola Stenbolê” be.    * Hewceye îdiayên têkildarî îşkenceyê tavilê li gorî Protokola Stenbolê, bi awayekî bêalî û ji hêla şandeyên serbixwe ve bên lêpirsîn. Her wiha divê pêvajoyên darizandinê jî li gorî hiqûqa navneteweyî bê meşandin.    * Divê destûr bê dayîn ku rêxistinên mafên mirovan, tenduristî û hiqûqî yên serbixwe bi rehetî li girtîgehan venêrînê bikin.    * Hewceya raporên CPT’yê bi temamî bên eşkerekirin û bi temamiya pêşniyarên wan bê kirin.    * Divê tevahiya sereratkirinên ku rayeya dadgehê daye Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehan tavilê bên betalkirin.”   ÊLIH    Bi heman boneyê li Şaxa ÎHD’a Êlihê jî daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji hêla Rêveberê Şaxê Sînan Îslam Gegîn ve hate xwendin. Gegîn, anî ziman ku îşkence roj bi roj zêdetir dibe. Gegîn, axaftina xwe wiha domand: “Hêzên ewlekariyê derdikevin derveyî rayeya xwe, derhiqûqî tevdigerin û bi polîtîkaya necezakirinê ya îktîdarê tên parastin.”    Gegîn, îşkenceya di bin çavan de jî vegot û bal kişand ser tundiya di dema çalakiyên protestokirina qeyûman de.    ENQERE   TÎHV, ÎHD û TTB’ê jî rapora hevpar a 2023’yan li Navenda Giştî ya ÎHD’ê eşkere kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban got ku îşkence û muameleya xerab a di bin kontrola dewletê de hatiye kirin di sala 2023’yan de zêde bûye. Kuçukbalaban, da zanîn ku îsal 781 kesan ji ber îşkence û muameleya xerab serlêdan kirine. Bi domdarî hat gotin ku van bûyerên îşkenceyê 386 jê li midûriyetên emniyetan, 55 jê li qereqolên polîsan û 68 jî li cem yekîneyên cendirmeyan hatine kirin. Kuçukbalaban, her wiha got 311 kes jî di dema binçavkirinê de rastî muameleya xerab hatine.    Bi domdarî Balaban anî ziman ku îsal 6 kes di dema binçavkirinê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û daneyên TÎHV’ê parve kir. Kuçukbalaban, da zanîn ku di nava heman salê de 63 jê zarok, bi giştî 3 hezar û 595 kes rastî îşkenceyê hatine, 45 kes ji ber vê birîndar bûne. Bi domdarî Kuçukbalaban got ku di 5 mehên sala 2024’an de herî kêm 77 jê zarok bi giştî hezar û 592 kes rastî îşkenceyê û muameleya xerab hatine. Kuçukbalaban, daxuyand ku di nava salê de herî kêm 6 kes ji hêla polîsan an jî komên nayên zanîn ve hatine revandin an jî hewldana revandina wan çêbûye. Kuçukbalaban, diyar kir ku di nava îsal de jî kesek hatiye revandin û zexta sîxûrtiyê li 134 kesan hatiye kirin.    Kuçukbalaban, da zanîn ku ji sala 2016’an heta 2023’an 5 hezar û 553 kesan serîn li TÎHV’ê daye û ji van 2 hezar û 729 kes rastî îşkenceyê hatine.    LI GELEK BAJARAN ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN   Di heman demê de li bajarên Mêrsîn, Edene, Dîlok û Stenbolê jî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de metna hevpar hate xwendin û daxwaza pêşîlêgirtina îşkenceyê hate kirin.