Şewatekî din a ji xetên ceyranê derketiye ji hêla kamerayan ve hate qeydkirin 2024-06-26 14:09:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Yûkarî Nasirlar ê Bajarê Nû şewata ji xetên ceyranê derketiye, ji hêla kamerayên ewlehiyê ve hate qeydkirin.    Şewata li herêmên çolter ên Amed û Mêrdînê ku ji ber xetên ceyranê yên Belavkariya Ceyranê ya Dîcle A.Ş.’ê nû derketiye, 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûne, di rojevê de ye. DEDAŞ daxuyand ku şewata ji xetên ceyranê derneketiye. Lê belê di lêkolînên piştî şewatê hatine kirin de derket holê ku şewat ji xetên ceyranê yên DEDAŞ’ê derketiye.     Tevî ku bertekên li dijî DEDAŞ’ê berdewam dikin hat zanîn ku di 23’ê hezîranê de şewata mezraya Hofî ya li gundê Xirara navçeya Dêrika Mêrdînê, ji xetên ceyranê dertketiye. Kêliya şewata li baxçeyê 30 doniman ên darên zeytûn û fêkiyan tê de ye ji xetên ceyranê derketiye û ev kêlî ji hêla kamerayan ve hate qeydkirin.    Derket holê ku şewata 20’ê herzîranê yê li gundê Yûkari Nasirlar ê girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê jî ji xetên ceyranê derketiye. Di dîmenan de jî tê dîtin ku bager xetên ceyranê dihejîne û çirûskên derdikevin dikevin ser berhemên çandî û wan dişewitîne.