3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Balûken birîn 2024-06-26 15:06:14   AMED - Ji ber 3 axaftinên cuda li parlamenterê HDP’ê Îdrîs Balûken cuda cuda salek û 3 meh bi komî 3 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn.    Danişîna doza ji ber axaftinên parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Îdrîs Balûkên ên di navbera 2014 û 2015’an de di çalakiyên ku tevlibûyî de axivî derbarê wî de ji ber dosyayên kirine yek hatiye vekirin hate lidarxistin. Danişîna doza ji ber sûcdariyên 3 caran “propagandaya rêxistinê” , “biçûkxistina hikumetê, organên darazê, teşkîlata leşkerî û midûriyeta polîsan” û “mûxalefeta li dijî qanûna meş û xwepêşandan” hatiye vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hate lidarxistin. Di danişîna ku Balûken tev li nebû de parêzerê wî Serdar Çelebî ji 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi SEGBÎS’ê beşdar bû.    Dozger xwest ku Balûken 3 caran cuda cuda ji sûcê “propagandaya rêxistinê” hate cezakirin û ji aliyê sûcên din ve jî daxwaza beraetê kir.    Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku tev li mutalaya dozger a ji aliyê “propagandaya rêxistinê” daxwaza ceza dike nabin û got: “Axaftina muwekîl ji malpereke înternetê belav bûye. Axaftin kengî bi kîjan armancê hatiye kirin nezanin. Ya behsa wê tê kirin civîneke girtî ye. Em difikirin ku civîneke girtî ya di nava partiyê de hatiye kirine. Muwekîlê min axaftinek kiriye, beriya niha jî anîbû ziman. Me xwestibû ku ka axaftinek li axaftina wî hatiye zêdekirin bê lêkolînkirin lê ev daxwaza me nehate qebûlkirin. Her wiha divê lê were nêrîn ku muxatabê muwekîlê min kî ye. Divê girseya jê re axivî ye were nirxandin.”   BIRYARA ONDER HATE BIBÎRXISTIN    Çelebî, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Sirri Sureyya Onder de bi bîr xist û got: “Di propagandayê de çalakiyên rêxistinê yên naveroka wan tundî dibin sûc. Muwekîlê min wê demê di serdema ku weke pêvajoya çareseriyê tê penasekirin de siyasetmedar e. Divê muwekîlê min ji ber axaftineke ku çûn û hatine Îmraliyê vedibêje neyê cezakirin. Dest ji çalakiyên ku naveroka wan tundî hene berdin, propagandaya tu rêxistinan nekiriye. Em dixwazin ku ji xala TCK’ê ya 43 (rêze propagandaya rêxistinê) neyê cezakirin.”   3 SAL Û 9 MEH CEZA DA   Dadgeha ku daxwazên parêzer qebûlnekir 3 caran ji sûcdariya “propagandaya rêxistinê” cuda cuda salek û 3 meh cezayê hefsê da. Dadgeha ku bi komî 9 meh û 3 sal cezayê hefsê da ji sûcdariya “muxalefeta li dijî Qanûna 2911’an” Balûken beraet kir.