Şêniyê gund AKP’î û walî derewand: Gotinên min li gorî xwe wergerandine 2024-06-26 15:08:59   MÊRDÎN - Waliyê Mêrdînê û AKP’î çûbûn şîna li navçeya Şemrexê û DEM Partiyî hedef girtibûn. Yek ji gundiyên di dîmenan de cih digirt Mecît Demîr wiha got: “Li gorî xwe werger kirine. Ez ê çawa bibim alîgirê AKP’ê? Bila min bibin Meclisê ez ê heman tiştan li wir jî bibêjim.”    Di navbera navçeya Şemrex a Mêrdînê û Xana Axpar a Amedê de şewat derket 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Şîna ji bo welatiyan hatiye danîn hêj didome. Di şînê de gundiyan bertek nîşanî parlamenterên AKP’ê, cîgirên wezîran û waliyan dan. Di 24’ê hezîranê de Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û Parlamenterê AKP’ê Faruk Kiliç çûn serdana şîna li gundê Kelekê yê Şemrexê. Welatiyan bertek nîşanî şandeyê dan û şande neçar ma ku ji cihê şînê derkeve. Walî û şandeya pê re, piştre bi rêya medyayê Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz hedef girtibûn.    Parastvanên walî Aydenîz asteng kiribûn û li ser vê yekê Aydenîz bang li walî Akkoyun kir. Rêveberekî AKP’î yê di nava şandeyê de cih digirt jî got; “Ev der cihê şînê ye.” Di nûçeyan de ev gotin weke gotina gundiyan hate nîşandan. Li gel vê, kêliya ku walî Akkoyun ji gundiya Mecît Demîr (83) hembêz dikir hate parvekirin. Gotina Demîr a “Xera dikin” jî ji hêla walî û AKP’iyan bi dirêjahî hate weşandin û weke ku gundiyan bertek nîşanî DEM Partiyiyan dabe hate pêşkeşkirin.    ‘HAYA MIN JI PARLAMENTER TUNE BÛ’   Mecît Demîr ê di dîmenên hatine weşandin de cih girtî, têkildarî wan kêliyan ji ajansa me re axivî. Demîr, got ku walîtiyê dîmenên wî berevajî kiriye û wiha got: “Wê rojê gelek mêvanên me hebûn. Haya me ji tu tiştekî tune bû. Ez û melayê me li derve bûn. Wê demê gotin ku keşeyek hatiye lê kesekî pêşwazî nekiriye. Piştre jî ez û mela ji bo xêrhatinê bidin keşayî em rabûn ser pêyan. Lê hêj me keşa nedîtî me dît ku li pêşiya mala şînê aloziyek heye.    Ewqas qelebalix bû ku me nedikariya bikevin hundir. Di wê rageşiyê de haya me ji parlamenterên me yên hêja tune bû. Min nebihîst bê ka ew û walî çi ji hevdu re dibêjin. Walî û parlamenterên xwe derketin û dê li wesayîtên xwe siwar bûbûna. Wê navberê rageşî hêj didomiya. Ji bo ji miletî re bibêjim hinek aram bibin, ez hêrs bûm û lê qêriyam.”    ‘LI GORÎ XWE WERGER KIRINE’   Demîr, da zanîn ku wî û Faruk Kiliç ê AKP’î ji berê ve hev nas dikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên berê de serokê navçeya Qoserê bû. Rojekê çûbûm cem wî. Wî ez nas dikirim. Bangî min kir. Willahî, billahî, tillahî min ji parlamentera me re (Parlamenter Saliha Aydenîz) negot tu fesadî. Min ji hinek ciwanên wê derê re got. Ez ê çawa tiştekî wiha ji parlamenterên me re bibêjim. Ez 80 salî me û partiya me yek e. Ji roja partiya me hatiye avakirin heta niha partiya me ev e. Gotinên min li gorî dilê xwe wergerandine. Cihê partiya me li ser ser û çavên min heye. Belkî jî walî gotinên min xelet fêm nekir, bi zanebûn wiha kir.”    'BILA BIBIN MECLISÊ’   Demîr, destnîşan kir heke Meclis bangî wî bike dê biçe rewşa heyî li wir vebêje. Demîr, wiha bang li walî Akkoyun û Faruk Kiliç ê AKP’î kir: “Willahî min şerê di navbera we û parlamenterên DEM Partiyê de nedît. Min ji ciwan û hinek kes xêrnexwaz re wisa got. Min 23 salan keyatî kir. Em kurd in, em kurd bûn û ez dikarim ji bo zimanê xwe xwe feda bikim. Di salên 90’î de bi şev dihatin em dibirin û diavêtin golan. Ez ê çawa bibim alîgirê AKP’ê? Ez DEM Partiyî me. Bila min bibin Meclisê, ez ê li wir jî heman tiştan bibêjim. Ez ê bibêjim ku em kurd in û xaka me heye. Erê dewlet dewlet e lê zilma hûn îro li ser serê me dikin jî ne qanûnî ye ne jî îslamî ye.”   MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal