Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê 2024-06-26 18:57:37   ENQERE- 9 ciwanên endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku hatibûn girtin, piştî îdianameya wan ji aliyê 19’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin, bi tensîpê hatin tahliyekirin.   Di 8’ê Adarê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarêya Enqereyê ve hatibû meşandin de 9 ciwan hatibûnên hatibûn girtin biryara tahliyeya wan hat dayîn. Îdianameya der barê ciwanan de hatibû amadekirin ji aliyê 9’emîn dadgeha ceza giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Dadgeha îdianame qebûl kir bi tensîpê re biryara tahliyeya 9 ciwanan da. Malbat û xizmên ciwanan piştî biryarê çûn ber girtîgehê.