Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm! 2024-06-27 09:05:56   AMED - Dayika Medenî Yildirim, Fahriye Yildirimê destnîşan kir ku kujerên kurê wê serbest hatine berdan û got: "Kesên ji bo mirina kurê min ferman dan, bûn şahidê kujer û em jî mehkûm bûn."    Di 28'ê hezîrana 2013'an de li gundê Hêzan ê navçeya Licê ya Amedê, di dema şermezarkirina çêkirina qaleqolan de, cendirmeyên Qereqola Hezanê xelk gulebaran kiribûn. Di dema gulebaranê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û 9 kes jî bi giranî birîndar bûbûn. Tevî rapora pêş lêkolînê ku piştî qetilkirina Medenî Yildirim ji aliyê Mufetîşên Mulkiyeyê yên Wezareta Karê Hundir ve hate amadekirin û pêşkeşî Serokatiya Lijneya Teftîşê hate kirin jî Serdozgeriya Komarê ya Licê di lêpirsîna têkildarî bûyera dihat rêvebirin de biryara bêpeywîrtî da û dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand.     Di gulana 2014’an de dîmenên aydê kuştina Yildirim ên cihê bûyerê jî derketin holê lê piştî du salan li cihê bûyerê keşf hate kirin. Îdianameya piştî keşfê hate amadekirin ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hate qebûlkirin. Dû re derbarê leşker Adem Çîftçî yê gule berda de bi sûcê “di bin tehrîka neheq de bi zanebûn gule berda û bû sedemê kuştinê” doz hate vekirin. Di doza hate dîtin de tevî hemû delîlan û îfadeyên bi nakok ên bersûc jî dadgehê di danişîna 6’emîn a di 8’ê Mijdara 2016’an de hate dîtin, derbarê faîl de biryara beraetê da.    KIRYAR DU CARAN BERAET KIR   Parêzeran li dijî biryara beraetê serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê da. 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê bi yek dengî doz xera kir û dadgeha herêmî jî di 21’ê Kanûna 2017’an de ji nû ve dest bi darizandinê kir. Di danişîna di 8’ê Tîrmehê de hate dîtin de dadgehê bi hinceta Yildirim bi gule berdanê jiyana xwe ji dest daye, li cihê bûyerê gelek kalikên vala hatine dîtin û berika fîşekê ku bûye sedemê mirina Yildirim nehatiye dîtin, nehatiye tespîtkirin ku gule ji kîjan çekê derketiye û ji ber vê yekê cara duyemîn biryara beraetê da. Parêzeran li dijî biryarê dîsa serî li dadgeha îstînafê dan û îtîraz kirin.    Hê jî serlêdana parêzeran a di 2022'yan de hat kirin, nehatiye bersivandin.    CEZA LI BIRAYÊ WÎ HAT BIRÎN   Biryara beraetê dan faîlên Medenî Yildirim. Li birayê wî Mehmet Yildirim jî bi hinceta “Heqaret li Erdogan kiriye” salek û 2 meh cezayê hepsê hat birîn.    Dayik Fahriye Yildirimê têkildarî salvegera kuştina kurê xwe ji ajansa me re axivî.      Dayik Yildirimê anî ziman ku hê jî kurê xwe ji bîr nekiriye û got: "Rojekê min li malê paqijî dikir û ez rastî çentê Medenî hatim. Gava min çente vekir, min atlêtê wê yê bi xwîn, pêlava wî û pirtûkên wî dîtin. Wê kêliyê desten min rehilîn. 15 roj şûn de ez bi wî atlêtê wî yê bi xwîn çûm dadgehê. Ji bo ez kincên wî yên bi xwîn li ber çavê dadger vekim, min ew biribûn. Min ê ji serokê dadgehê re bigota 'ger zarokên te hebin, ger wijdanê te hebe hema xwe tê xwe şuna min. Te yê qebûl bikira?' Berî bigihêm dadgehê min ji parêzeran re got, 'Ez dixwazim biaxivim. Ez ê vî atlêtê bixwîn bibim ji serokê dadgehê re.' Parêzeran got 'Ger tu biaxivî, wê dadgeh dozê li te jî veke.' Nehiştin ez biaxivim. Jixwe çawa dozê vekirin wiha jî girtin. Paşê min di daxuyaniyekê de xeber da. Min ew atlet derxist û min got ev atlêtê bixwîn ê kurê min e, hê jî neçilimisiye, hê jî sor e."    ‘MEDENÎ SEMBOLA KURDISTANÊ YE'   Dayik Yildirimê destnîşan kir ku dozgerê bi dosyeyê re eleqedar bûye jî ceza xwariye û got: "Kesên ji bo mirina kurê min ferman dan, bûn şahidê kujer û em jî mehkûm bûn. Wê heqê me tu carî ji wan re nemine."    Dayik Yildirimê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rojekê gava ez çûm ser gora Medenî, min dît hemû gorên me xera kirine û kulîlkên wan şikandine. Ji me û axa me ditirsin. Dixwazin me mehkûm bikin. Em ê heya dawiyê li dû doza xwe bin. Em kurd in, wê tu carî nikaribin vê rastiyê biguherînin. Ji vir bang li hemû kurdan dikim 'Şiyar bibin û li ber vê zilmê serî netewînin.' Ev, kesên ne jixwe wekî 'terorîst' îlan dikin. Ne heq ne hiqûq ne jî wijdanê vê dewletê heye."   Dayik Yildirimê anî ziman ku Medenî Yildirim sembola Kurdistanê ye û banga têkoşînê kir.   MA/ Heval Onkol - Mujdat Can