Ozel: Dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin 2024-06-27 09:23:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel wiha got: “Erdogan ji bo 5 salan hate hilbijartin lê dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin.”    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bersiva pirsên Rojnameya BîrGunê da. Têkildarî nîqaşên ser pêşhilbijartinê Ozel wiha got: “Dê di nava salek û nîvan de bên lidarxistin.”    GOTINÊN TÊKILDARÎ PÊŞHILBIJARTINÊ   Ozel, diyar kir ku li gorî texmîna wî dê di nava salek û nîvan de pêşhilbijartinek bê lidarxistin û wiha got: “Tirkiye dê di hilbijartina ewil de ji rêveberiya Erdogan xelas bibe. Hilbijartina ez dibêjim a ewil ne ya 2028’an e. Min got ku ez ê hilbijartinên 31’ê Adarê ji bo pêşhilbijartinê nekim amûrek. Ev nayê wê wateyê ku dibêjim ez hilbijartinê naxwazim. Herî zêde ez dixwazim. Hem welatî dibêjin hem jî ji anketan diyar dibe ku gel pêşhilbijartinê dixwaze. Erdogan ji bo 5 salan hate hilbijartin lê dê heta salek û nîvan pêşhilbijartin were lidarxistin. Ez ji pêşhilbijartinê naverim, ji bo vê baz didim.”