Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya 2024-06-27 09:46:22   STENBOL - Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya. Kesek di bin avahî de nema. Hat zanîn ku 3 qatên avahî bi qaçaxî hatine çêkirin.    Li Taxa Zaferê ya navçeya Bahçelîevlerê beşekî avahiyeke 7 qat hilweşiya. Komên tenduristî, agirkujî û AFAD’ê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Mirî û birîndar tune ne. Komên hatin cihê bûyerê li derdorê tevdîrên ewlehiyê girtin û di avahî de xebatên lêgerînê dan destpêkirin. Hat zanîn ku di fermiyetê de avahî 4 qat xuya dike lê di sala 1994’an de 3 qatên qaçax hatine çêkirin.    Şahidên bûyerê dan zanîn ku di demên berê de kevir ji avahî ketibûn xwarê lewma hatibû valakirin.    Tevdîrên koman ên li kolanê didomin.