SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin 2024-06-27 10:08:14   STENBOL - Ji rêveberên SODAP’ê Fatma Înce diyar kir ku dê di mitînga li Qada Kartalê de dengê xwe li dijî qeyûm bilind bikin. Ji Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaş jî ev bang kir: “Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin. Em banga mezinkirina têkoşîna hevpar dikin.”    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê dê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, di 29’ê hezîranê de bi dirûşma “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” li Qada Kartalê ya Stenbolê mitîngê li dar bixin. Endama Lijneya Rêveber a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce û endamê Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaş diyar kirin ku dê tev li mitînga Kartalê bibin û bal kişandin ser têkoşîna hevpar.    Fatma Înce anî ziman ku yekitiya têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û têkoşîna çîna karker a li dijî kedxwariyê girîng e. Înce, wiha domand: “Civakeke wekhev û azad, tenê bi têkoşîneke hevpar pêkan e. Sepana qeyûm, sembola faşîzma sazûmanbûyî ye. Em dixwazin hem xwedî li îradeya gelê kurd derkevin hem jî tayînkirina qeyûm weke êrişeke li dijî tevahiya muxalîfên civakî û bindestan dibînin û ji bo azadiya civakî têdikoşin.”    'A GIRÎNG EW E KU EM TÊKOŞÎNA HEVPAR MEZIN BIKIN’    Bi domdarî Înce diyar kir ku li gorî zext û êrişên berê, civak niha seknekî xurttir raber dike. Înce, nobetên li dijî qeyûm hatine destpêkirin bi bîr xist û wiha got: “Nobeta li Stenbolê hatiye destpêkirin ji bo piştevaniyê girîng e. Çalakiya nobetê, yek ji sembolên berxwedanê ye. Nobet, bi dirûşma ‘Azadî ji bo girtiyên 1’ê Gulanê û qeyûm bicehime’ tê lidarxistin. Divê em têkiliya di navbera girtina karker û kedkaran û xespkirina îradeya gelê kurd de bibînin û mezinkirina têkoşîna li dijî vê girîng e.”    Fatma Înce   'EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYA QEYÛM DENGÊ XWE BILINDTIR BIKIN’    Di berdewamê de Înce got ku dê tev li mitînga hêzên ked û demokrasiyê li Kartalê li dar bixin bibin û wiha pê de çû: “Em vê mitîngê birêxistin dikin. Gelek derdorên cuda, rêxistinên kedê, partiyên siyasî, saziyên elewiyan, jin û rewşenbîr hatine gel hev û mitîngê birêxistin dikin. Em ê bi awayekî xurt dengê xwe yê li dijî polîtîkaya qeyûman bilind bikin. Banga me ji bo her kesî ew e ku têkoşîna hevpar mezintir bikin û tev li mitîngê bibin.”    'BANGA BERXWEDANÊ’   Endamê Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaş jî sepana qeyûm weke “faşîzm” pênase kir û ev tişt anî ziman: “Ev sepan, êrişeke li dijî tevahiya civakê ye. Li dijî vê êrişê hewcehî bi têkoşîneke hevpar heye. Salên dûvdirêj e muxatabê sepanên antîdemokratîk, êrişên faşîst ên li dijî gelan û azadiyan dibin em. Divê têkoşîna hevpar a li dijî êrişên faşîzmê bê mezinkirin. Divê em 1’ê Gulanê û Colemêrgê ji hev cuda nebînin û li dijî van êrişan berxwedaneke topyekûn birêxistin bikin. Divê hêzên şoreşger li her derê li dijî êrişên faşîzmê mil bidin milên hev û têbikoşin.”   Berkay Ustabaş   'DIVÊ EM LI KOLANAN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TÊBIKOŞIN’    Ustabaş, anî ziman ku divê li kolanan li dijî faşîzmê têbikoşin û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye em bi destên hev bigirin û li kolanan cih bigirin. Divê em bi eşkereyî nîşan bidin ku me dev ji têkoşînê bernedaye û dê bi saya têkoşîna xwe bi ser kevin. Yek ji rêyên vê jî çalakî, mitîng û xurt derbasbûna van e. Bi qasî ji destê me tê em ê vê têkoşînê mezintir bikin. Lewma jî em ê di 29’ê hezîranê de li mitînga Kartalê bin. Li ku derê li dijî faşîzmê xetek hebe, em ê wê derê mezin bikin. Banga me ji bo her kesî ew e ku vê têkoşînê mezin bikin û em bi hev re bi ser kevin.”