Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin 2024-06-27 10:24:10 ŞIRNEX - Cenazeyê endamê HPG’ê Basrî Cin ku li navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî heftiyekî li navçeya Silopiyayê hate veşartin.   Di 21’ê hezîranê de li bejahiya gundê Melêsê û Hemka û Çiyayê Bermal yên navçeya Elkê ya Şirnexê operasyon hatibû destpêkirin. Di encama şer û pevçûn û bombebarana balafirên şer de endamên HPG’ê Basrî Cîn (Brûsk Kato), Sefer Temel (Rûstem Çekdar Kato), Yilmaz Sala (Kamûran Gever) û Dilsoz Rojhilat jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbatên Temel, Sala û Cîn ji bo cenazeyên ku nayên naskirin bên teşhîskirin ji bo testa DNA’yê mînakên xwînê dabûn.    Cenazeyê endamê HPG’ê Basrî Cin (Brûsk Kato) piştî heftiyekî radestî malbatê hate kirin. Malbata Cîn a li bendê bû ku duh seat di 16:00’an de cenazeyî teslîm bigire lê belê cenaze bêyî hincet saet di 23:00’an de radestî malbatê hate kirin. Malbata ku cenaze stand ji bo ku veşêrin birin navçeya Silopiya ya Şirnexê. Li vir jî piştî wecibeyên olî hatin pêk anîn, cenaze bi tevlibûna gelek kesan li Goristana Taxa Ofîsê ya navçeya Silopiyayê hate veşartin.   Cenazeyê Serhat Temel (Rûstem Çekdar Kato) duh li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê û Yilmaz Sala (Kamûran Gever) jî li gundê Hêrmiyê yê navçeya Gever a Colemêrgê hatibûn veşartin.    Her wiha cenazeyê endamê HPG’ê yê bi nasnavê Dilsoz Rojhilat ku di heman pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dabû jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê ragirtin.