Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin 2024-06-27 11:17:25   MÊRDÎN - Îbrahîm Eren gotibû ku şewata li ser sînorê Amed-Mêrdînê ji ber têlên ceyranê derketiye lewma ji hêla DEDAŞ’ê ve hedef tê girtin. Eren, wiha got: “Ez tiştên min dîtine dibêjim. Ji bo bêdeng bibim min hedef digirin.”    Di 20’ê hezîranê de li gundên Kelekê, Dirînê, Tobinî û Herberê yên di navbera navçeya Xana Axpar a Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewat derket. Di şewatê de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji gundê Tobîniyê Îbrahîm Eren tiştê bûbû şahid vegot lewma bû hedefa Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ). Eren, yek ji mexdûrên şewatê ye û gotibû ku şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Bi van vegotinan re DEDAŞ’ê derheqê Eren de serlêdana sûc kir. DEDAŞ bi vê jî bisînor nema û îcar îdiayên ku Eren şewat derxistibe kir. Di rapora Şaxa Odeya Ednezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê de hat destnîşankirin ku şewat ji ber xetên ceyranê derketiye. Piştî vê raporê, DEDAŞ’ê bi daxuyaniyeke nû re dîsa Îbrahîm Eren hedef girt. DEDAŞ’ê got ku erdê şewat lê derketî ya xizmên Eren e û îdia kir şewat ji ber şewitandina xozana li vê derê derketiye.    Serokê Lijneya Rêveber a DEDAŞ’ê Memet Atalay ku rayedarên hikûmetê, Walîtiya Amedê û medyaya alîgirê piştgiriyê dide wî, di daxuyaniya xwe de careke din biisrar got ku “şewat ji ber şewitandina xozanan derketiye.” Di daxuyaniyê de dîmenên fezayê yên salên 2023 û 2024’an da berhev, got ku rêjeya nêmê ji hev cuda ne û ji ber derdora zeviyan bi traktoran hatiye kêlandin û îdia kir ku şewat ji ber “şewitandina xozanê” derketiye.    ‘GUNDÎ QEBÛL NAKE’   Eren ê ku bûye hedefa DEDAŞ û medyaya nêzî hikûmetê, diyar kir ku zeviyên wî û zeviya şewat lê derketî 500 metreyan ji hev dûr in û wiha got: “Erdê min li wir tune ye. Tevahiya gundiyan xizmên hev in û tiştekî xwezayî ku ez û xwediyên wî erdî xizmên hev bin. Tu erdekî min ê şexsî tune ye. Ez, zeviyên birayê xwe dikêlim. Zeviyên ku DEDAŞ dibêje ‘xozan lê hatiye şewitandin’, 20 roj beriya şewatê ceh lê çandî bû. Piştî debrkirina zeviyan, xizmên me çûn kotan çêkirin. Ev yek ji bo wê tê kirin ku heke şewatek derkeve bila li zeviyên din belav nebe. DEDAŞ dibêje ku derdora zeviyan hatiye kêlandn. Ev yek ji bo tevdîrê tê kirin. Ji xwe her kes vê dike. Li herêmê tu kes dema hêj berhem di axê de xozanan naşewitîne. Jixwe cîranên wan, gundiyên wan jê qebûl nakin.”    'VOLTAJA ZÊDE RÊ LI BER PÊLA ŞOQÊ VEDIKE’    Di berdewamê de Eren diyar kir ku bi ceyrana îsal DEDAŞ'ê daye herêmê re ne makîneya sondajê, sarinc jî nikarin bixebitin. Eren, wiha pê de çû: “Li gundê me sarinc û alavên 5-6 malên gund ji ber ceyranê şewitîne. Gelemperî voltaja ceyrana tê dayîn kêm e, dema ji nişka ve voltaj hate bilindkirin, pêla şoqê çêdibe. Di saeta bûyerê de jî ceyran bi awayê pêla şoqê bû. Ba jî hebû. Di vê navberê de têlên ceyranê bi hev ketin û şewat derket. Ne tenê li cihekî, li gelek cihan çêbû. Li cihê agir ketibûyê, di nava gihayê 5-6 metreyan nêzî cihên çandiniyê dest pê kir. Şewat piştre jî mezin bû. Ew cihên hatin cotkirin, tevek jî ji bo pêşîlêgirtina şewatê bûn. DEDAŞ wisa dibêje. Ji bo pêşîlêgirtina şewatê me jixwe bi zêdetirî 20 traktoran erd cot kir. Lê hewa pir xurt bû û me nekarî pêşî lê bigirin. Di carekê de 100 metreyan diçû. Babelîsk derket û agir li her deverê belav bû.”    'DEDAŞ MANÎPULASYONÊ DIKE’   Eren, anî ziman ku DEDAŞ hewl dide bi rêya dîmenên fezayê rastiyê manîpule bike. Eren, axaftina xwe wiha qedand: “Li fezayê tevahiya cihên çandî û yên debrkirî bi hev re xuya dikin. Jixwe agir li her derê tê dîtin. Şahidê ewil ez im lewma DEDAŞ min hedef digire. Ez tiştên min dîtine vedibêjim. Ez vê yekê ne ji bo sûcdarkirina gundiyan an jî DEDAŞ’ê dikim. Ez ji bo xwedê dikim, ji bo wijdana xwe ez tiştên min dîtine vedibêjim. Lê bi kêrî karê wan nayê lewma dixwazim min bitirsînin, bitepisînin, bêdeng bikin û hedef bigirin. Ez li pişt gotinên xwe me. Ji hêla wijdanî ve gelek rehet im. Min çi dîtibe ez wê dibêjim. Heke serê min jî jê bikin, ceza jî li min bibirin ez ê dîsa jî rastiyê bibêjim. Heta ku heqîqet pêk tê ez ê biaxivim. Hêvî û daxwaza min ew e ku heqîqet derkeve holê. Ji bilî vê tiştekî naxwazim. Jixwe dozgeriyê û yekîneya agirkujiyê ya Şaredariya Amedê di raporên xwe yên ewil de gotin ku şewat ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ’ê derketiye. Ez jî heman tiştan dibêjim. Heke ez sûcdar bim, wê demê yekîneya agirkujiyê jî, dozgerî jî sûcdar e. Wan çi gotibe, min jî heman tişt gotiye. Min tiştekî zêde negotiye.”    MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal