Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin 2024-06-27 11:33:10   ERZIROM - Welatiyê bi navê Servet Kamiş li navçeya Qereyaziyê hate binçavkirin.    Li navçeya Qereyazî ya Erziromê welatiyê bi navê Servet Kamiş di saetên serê sibê de hate binçavkirin. Di serdegirtinê de deriyê malê ji aliyê polîsan ve hate şikandin. Kamiş ê sedemê binçavkirina wî nehate zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.