Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e 2024-06-27 12:10:22   STENBOL - Endamê OHD'ê Baran Çelîk ku tayinkirina qeyûm wekî "xespkirinê" nirxand got: "Qet ne tiştekî hiqûqî ye ku waliyekî tu eleqeya wî bi şaredariyê re tune ye wekî qeyûm bê tayinkirin."    Çalakiyên li dijî tayinkirina qyeûm ali Şaredariya Coelmêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) didomin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Baran Çelîk ku bertek nîşanî tayinkirina qeyûm da, destnîşan kir ku di hiqûqê de tayinkirina qeyûm tune ye.   ‘LI DIJÎ MAFÊ HILBIJARTINÊ YE'   Çelîk pêvajoya tayinkirina qeyûman a li şaredariyê Kurdistanê ku di sala 2016'an de dest pê kir bibîr xist û got ku wê demê bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de hela wê ya qanûnî hatiye çêkirin û got: "Tişta hat kirin sererastkirineke aasayî yanî ne guherandina qanûnî bû. ya hat kirin bi temamî ji bo desteserkirina şaredariyan û. A rast KHK divê bi awayekî sînordarkirî bên derxistin. Lê paşê her tiştî bi KHK'yan çêkirin. Tew wê demê sererastkirina lastîkên zivistanê jî bi KHK'yan hatibû çêkirin."    Çelîk diyar kir ku di Qanûna Şaredariyê de têkildarî qeyûm hin xal hene, lê belê ev ne hiqûqî ye û got ku gava qanûn tçn çêkirin hin pîvan hene. Çelîk got: "Qanûn divê li gor destura bingehîn û hiqûqa navnetewyeî be. Divê bêyî mudaxileyî maf û azadiyên bingehîn bên kirin, li gor qan bên derxistin. Bi ser de tu radibî waliyekî ku tu eleqeya wî bi şaredariyê re tune wekî qeyûm tayin dikî. Ev bi tu awayî ne hiqûqî ye. Ji lew re li dijî destura bingehîn û peymana mafên mirovan a gerdûnî ye."    Çelîk destnîşan kir ku tayinkirina qeyûm pêkanîneke polîtîka desthilat ye û got: "Ev, xesp e. Demildest divê dest ji vê xespê bê berdan û hiqûq esas bê girtin."