Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar 2024-06-27 13:07:08   AMED - Hate zanîn ku di serdema qeyûman de herî kêm 86 mirovên Galîp Ensarîoglû yê AKP’î di şaredariyên Rezan û Peyasê de girtine kar.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Erziromê Meral Daniş Beştaş di axaftina xwe ya di 25’ê hezîranê de li Meclisê kirî, qala têkiliya parlamenterê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû ya bi qeyûman re kir. Beştaş di axaftina xwe de wiha gotibû: “Em ji gelê Amedê bipirsin ka Galîp Ensarîoglû di serdema qeyûm de ji bo wergirtina kar a mirovan çiqas pere wergirtiye û çend kes wergirtine kar.” Li ser vê yekê Ensarîoglû heqaret kiribûn û îdia kiribû ku wergirtina kar ku Beşta behsa wan dike “bêbextî” ne.    HERÎ KÊM 86 MIROVÊN WÎ DI ŞAREDARIYÊ DE NE   Derket holê ku wergirtina kar a ku Ensarîoglû jê re digot “bêbextî” ye rast e. Hate zanîn ku di salên 2016, 2017, 2020 û 2021’an de qeyûman gelek mirovên Ensarîoglû di şaredariyên Peyas û Rezanê de girtine kar.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin qeyûmê Şaredariya Peyasê herî kêm 79 mirovên Ensarîoglû wergirtin kar. Paşnavên kesên ku li ser personel A.Ş.’yê wergirtine kar Ensarî, Ensarîoglû, Batmaz, Baran û Ozdemîr e. Gelek ji van kesan di Midûriyeta Karên Civakî û Çandî, Midûriyeta Park û Baxçeyan û Midûriyeta Karên Fenê de dixebitin. Di şaredariyê de her wiha niha bi paşnavê Ensarî û Ensarîoglû di memûr hene.   Di Şaredariya Rezanê de jî 5 mirovên Ensarîoglû hene.    HER DU BIRA DI HEMAN KARÎ DE NE!   Ensarîoglû û malbata wî di serdemên berê de bi soza “îhaleyan” daxwaza piştgiriyê ya ji karsazan hatibûn rojevê. Dîsa birayê Ensarîoglû, Cîhan Ensarîoglû bi soza kar a di şaredariyên qeyûm hatibûn tayînkirin de ji gel pereyekî zêde wergirtibû û bûbû rojev.    Cîhan Ensarîoglû di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di sala 2016’an de qeyûm hatibû tayînkirin de dest bi bicihkirina AKP’iyan kir. Cîhan Ensarîoglû ji ber hin kes ne wergirtin kar, bi qeyûm Cûmalî Atîlla re hate hemberî hev. Ensarîoglû di 15’ê hezîrana 2017’an de qeyûm lîsteya kesên ku dê bigirin kar pêşkeş kir. Qeyûm Cûmalî Atîla ku li dijî vê daxwazê derket, bi Wezîrê Karên Hundir ê serdemê Soylû re hevdîtin kir. Ensarîoglû li ser vê yekê hate binçavkirin. Ensarîoglû ê du rojan di bin çavan de ma, encama hewldana kekê xwe Galîp Ensarîoglû hate berdan.    ÎHALE JI ŞÎRKETA ENSAR RE   Ensarîoglû yê AKP’î û xizmên wî ne tenê bi wergirtina kar re bi îhaleyan jî her tim di rojevê de bûn. Bankaya Îllerê, di 24’ê îlona 2020’an de di bin navê “Înşaeta Ava Vexwarinê û Qenalîzasyonê ya Artvînê” îhaleyek çêkir. 40 şîrketan ji bo îhaleyê teklif dan lê tenê ya du şîrketan hate qebûlkirin. Di 3’yê kanûna 2020’an de bi Ensar Înşaêta ku navenda wê li Amedê ye re 20 milyon û 556 hezar lîre peyman hate îmzekirin.     Galîp Ensarîoglû, herî dawî piştî erdheja di çileya 2020’an de li Xarpêtê çêbû û 41 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, dema îhaleyên ji bo “xaniyên erdhejê” yên bi bihayê 330 milyon lîreyî ji aliyê TOKÎ’yê ve hatin kirin, ji Şîrketa Ensar a xizmên wî re ne hatibû dayîn bûbû rojev.    MA / Mujdat Can