Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin 2024-06-27 13:25:31 ŞIRNEX - Duyemîn danişîna doza nûçegihana MA’yê Zeynep Durgut û 17 jinan hat lidarxistin. Ji bo her 18 jinan biryara beraetê hate dayîn.    Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinan a Navneteweyî de jinan xwestin li Şirnexê daxuyaniyê bidin û rastî polîsan hatin. Di êrişê de nûçegihana me Zeynep Durgut jî di nav de 18 jin bi lêdanê hatin binçavkirin. Derheqê jinan de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn, xwepêşandan û meşan” doz hate vekirin. Duyemîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê hat lidarxistin.    Parêzerên jinan tev li danişînê bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir. Dozger, got ku rojnameger Zeynep Durgut ji ber xebatên rojnamegeriyê li wir bû û xwest biryara beraetê were dayîn. Her wiha xwest bersûcên din bên cezakirin.    Piştre jî parêzer Samet Ataman parastin kir. Ataman, diya kir ku xebatên rojnamegeriyê sûc nînin û ev tişt anî ziman: “Derheqê miwekîla me Zeynep Durgut de doza cemaweriyê hatiye vekirin. Miwekîla me rojnameger e û ji bo şopandina nûçeyê li cihê daxuyaniyê bû. Tu delîlên ku miwekîla me sûcê behsê xeberê kiribe, tune ne.”    Piştî parastinan, şandeya dadgehê ji bo tevahiya jinan biryara beraetê da.