Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan 2024-06-27 14:41:04   AMED - Bariş Kiliç ê 30 sal in girtîbû, ji girtîgehê hat berdan.    Bariş Kiliç li Girtîgeha Tîpa K-1 a Navçeya Depê ya Xarpêtê girtîbû. 30 sal in girtîbû û piştî cezayê xwe qedand hat berdan. Rêveberên Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û DEM Partiyê yên Depê û ferdên malbatê Kiliç li ber hepsê pêşwazî kirin. Kiliç piştî pêşwazîkirinê li gel malbata xwe çûn Dêrsimê.      Bariş Kiliç 4’ê tîrmeha 1994’an li navenda Dêrsimê tê girtin. Li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê tê darizandin û cezayê muebedê lê tê birîn. Kiliç bi dorê li girtîgehên Mereş, Meletî, Bursa, Edîrne, Semsûr, Eskîşehîr, Xarpêt û herî dawî li Depê girtî maye.