CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin 2024-06-27 15:56:03   NAVENDA NÛÇEYAN - CPT’yê ragihand ku di nava 10 rojên borî de dewleta tirk bi sedan tank û hezaran leşkerên xwe derbasî nava axa Herêma Kurdistanê kiriye û got: “Armanca dewleta tirk gihiştina Çiyayê Heft Tebeq yê li Şêladizê û dagirkirina rêze çiyayê Garê ye. Ev jî tê wateya Herêma Kurdistanê ji sedî 70- 75 sinorê desthilata xwe li Dihokê ji dest bide.”   Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) derbarê sewqiyata leşkerî ya artêşa tirk a li nava axa Herêma Kurdistana Federe de daxuyaniyek belav kir.   Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku di nava 10 rojên borî de artêşa tirk bi 300 tankên leşkerî tevgera leşkerî ya nava axa Herêma Kurdistanê daye destpêkirin. Li Berwarî Bala tevgera leşkerî ji bejahî destpêkiriye û leşkerên tirk derbasî nav gelek gundan bûne.   CPT diyar dike ku leşkerên tirk li nava gundên Kêste, Ardana, Çelkê, Babîrê, Ure, Sereru ya li bajaroka Kanî Masî hatine dîtin. Leşkerên tirk li nava gundan bi peyatî hatûçûnê dikin û ji ber vê çendê xelkên van gundan nikarin çandinî û sewalvaniyê bikin.   NASNAMEYÊN WELATIYAN KONTROLKIRIN    Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Artêşa tirk di sibeha 25’ê Hezîranê de bendeke kontrolê di navbera gundê Babîrê û Kanî Belavê de danîne. Her welatiyek sivîl li wê deverê hatûçûnê kiribe nasnameyên wan ên Iraqê kontrol dikin û piştre rê didinê.”   Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armancek din a Tirkiyê jî ewe ku xwe bigihîne çiyayê Heft Tebeq yê li navçeya Şêladizê ye û pişt re rêzeçiyayên Garê dagir bike, ku li gorî vê wê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sedî 70-75’ê desthilata xwe ya li sînorê parêzgeha Duhokê ji dest bide.   Endamê Tîma Rêxistina CPT ya Kurdistanê-Iraqê Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirkiyê di 28’ê Çileya 2024’an de dest bi çêkirina rêyeke leşkerî di navbera baregeh û navendên leşkerî yên ku di sala 2021’ê de li herêma herî bilind a Kanî Masî hatine çêkirin, kir.   Kameran Osman destnîşan kir ku di sê rojên borî de, nêzîkî hezar leşkerên dewleta tirk di navbera baregeha leşkerî ya Girê Barux de bi cih bûne ku mezintirîn baregeha leşkerî ya dewleta tirk e û di sala 1997’ê de li Herêma Kurdistanê hatiye avakirin.   BI SEDAN WELATÎ BI KOÇBERIYÊ RE RÛBIRÛ NE   Her wiha Kameran da zanîn ku ger êriş Tirkiyeyê berdewam bibin, bi dehan gund û navçe wê bi metirsiyekê re ru bi rû bibin û bi sedan gundî û welatî jî wê koçber bibin, beşek giring ya axa Herêma Kurdistanê wê bikeve bin destê artêşa tirk ku dê vegerandina van herêman ji bo kontrola hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dê zehmet be.   Hêjayî gotinê ye ji serê salê heta meha gulanê, artêşa tirk 833 caran axa Herêma Kurdistanê bombebarankiriye û di encamê de 8 welatî şehîd bûne.