OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da 2024-06-27 16:35:49   RIHA - Şaxa OHD’a Rihayê têkildarî tecrîdkirin û agahîn negirtina ji Abdullah Ocalan û girtiyên, serî li Baroya Rihayê da.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê ji bo ku agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bê girtin û tecrîd bê û bi daxwaza Wezareta Dadê bikeve tevgerê, serî li Baroya Rihayê da.    OHD’ê piştî serlêdanê li ber vahiya baroyê daxuyanî da. Hevserokê OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke bi bîr xist ku hezar û 300 parêzeran ji bo hevdîtina malbat û parêzeran li Îmraliyê bê kirin serî li Wezareta Dadê dane û got: “Lê belê heta niha ji wezaretê bersivek erênî yan neyînî nehatiye dayîn. Me îro dîsa bi heman xwestekan serî li Baroya Rihayê da û me daxwaznameya xwe radestî baroyê kir.”