Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne 2024-06-28 09:02:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Baran Germiyanî bi bîr xist ku Tirkiyeyê îsal li dijî herêmên başûrê Kurdistanê 833 êrişên hewayî pêk anîn û got: “600 gundên herêmê bi metirsiya valakirinê rû bi rû ne. Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê bi kûrahiya 40 kîlometreyan dagir kiriye. Tenê îsal di van êrişan de 10 sivîl hatin qetilkirin.”  Êrişên Tirkiyeyê ku di 17'ê Nîsana 2022'yan de li dijî herêmên Metîna, Zap, Avaşîn yên başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, her ku diçe tê berfirehkirin. Tirkiye ya ku bi van herêman re jî sînordar namîne roj nîne ku li herêma başûrê Kurdistanê qadên sivîl bombebaran neke. Li gorî daneyên endamê Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) Kamaran Osman parve kiriye; ji serê salê heta hezîrana 2024’an de  artêşa tirk 833 êriş û bomberdûman li ser xaka Herêma Kurdistanê pêk aniye.    Li ser Hewlêr û Dihokê 365 êriş, li Silêmaniyê bi 102 û li ser Şengalê jî 10 êriş pêk anîne. Li gorî rapora parlamentoya Herêma Kurdistanê ya di sala 2020’an de hatibû weşandin jî hate diyarkirin ku ji ber şer û pevçûnan zêdetirî 500 gundên herêmê hatine valakirin. Di encama êrişan de heta niha bi sedan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Lê belê li tevî hemû êrişên Tirkiyeyê jî heta niha ji bo pêşîgirtina van êrişan ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Tê dîtin ku piştî lihevkirina PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ev êriş zêdebûne.      Rojnameger Baran Germiyan têkildarî êrişên li ser herêmê tên kirin ji MA’yê re axivî.    '40 KÎLOMETRE DAGIR KIRIYE'    Germiyanî diyar kir ku Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê yek cih nehiştiye ku êriş nekiriye û da zanîn ku tenê di nava 6 mehan de 10 sivîl hatine qetilkirin. Germiyanî bi bîr xist ku ji sala 2015’an û vir ve dewleta tirk a êrişên berfireh li ser herêmên cuda yên başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, berdewam dike û wiha got: “Bi taybet ji sala 2018’an ve dewleta tirk a dagirker di bin navê operasyonên cuda de êrişi deverên li ser sînorê başûr û bakurê Kurdistanê dike, beşek ji xaka başûrê Kurdistanê bi kûrahiya 40 kîlometreyan dagir kiriye. Di heman demê de êrişên hewayî tevahiya başûrê Kurdistanê girtiye, Rojekê herêmên sînor, rojekê herêma Rapêrîn û helbet îsal jî herêma Germiyanê bombebaran kir, cihek nemaye ku dewleta tirk bombabaran neke û êrişî wir neke. Armanca dewleta tirk ew e ku vejandina mîsaqî millî û dagirkirina tevahiya başûrê Kurdistanê û tinekirina gelê kurd e.    ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Helbet bomberdûmanên dewleta tirk ji aliyekî ve hem jîngehên başûrê Kurdistanê û  hem jî gundan ango cihên xelkê sivîl dike hedef. Ji destpêka îsal ve heta niha 10 sivîl hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne. Bi gotineke din, dewleta tirk cudahiyê naxe navbera ti kesekî kurd, çawa ku bi dehan baregeh û navendên xizmetguzariyê li rojavayê Kurdistanê bombebaran kir, di heman demê de gund û bajarên derdorê yên başûrê Kurdistanê jî dike armanc. Di heman demê de sivîlan dikuje yan jî birîndar dike. Êrişa li dijî xwezaya başûrê Kurdistanê dike, li çiyayên başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî yên qedexekirî bikar tîne."    LI 600 GUNDAN METIRSIYA VALAKIRINÊ HEYE   Rojnameger Germiyanî da zanîn ku niha li başûrê Kurdistanê 600 gund di bin metirsiya valakirinê de ne û wiha domand: “Li gorî amarên hin rêxistinên ku çavdêriya bombebaran û êrişên dewleta tirk dikin, îsal zêdetirî 800 êriş li ser başûrê Kurdistanê hatine kirin. Lê li gorî amaran ji zêdetirî hezar êriş pêk hatine. Ji ber ku di hinek bombebaran de bi carekê de hatiye tomarkirin lê li pey hev çend bombebaran kirine. Li gorî amaran ji sala 2015’an û vir ve 158 gund bi temamî hatine valakirin û zêdetirî 600 gund di bin metirsiya valakirinê de ne, di heman demê de dewleta tirk di serê meha nîsanê de li dijî Çiyayê Garê êrişeke hewayî ya berfireh pêk anî. Armanc ew bû ku gundên li derdora çiyê bên valakirin an jî şêniyên herêmê neçar bibin ku herêmên xwe biterikînin da ku deriyekî nû yê operasyonê bê vekirin û ji nû ve dest bi dagirkeriyê bike.”    ÇAVKANIYÊN DEBARÊ TUNE KIRIN    Germiyanî anî ziman bi van êrişan çavkaniya debarê ya gelê herêmê jî hate tunekirin û got ku tevî ku ev herêmên rastî êrişan tên di bin serweriya Iraqê de ye jî ti helwest nayê nîşandan. Germiyanî diyar kir ku şêniyên van deverên di bin êrişan de bi temamî ji malên xwe hatine derxistin û wiha pêde çû: “Niha nikarin vegerin cihê xwe nikarin karê çandinî û sewalkariyê bikin, hemû keda ku wan bi dehan salan dane, êdî ew hemî li paş xwe hiştine. Van deveran bi temamî bûye herêmên leşkerî û ti welatiyên ku xwecihên van herêman in careke din nikarin vegerin cihe xwe, karê xwe yê rojane bikin. Tevî hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji sala 2015’an û vir ve berdewam dike, ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê, ti helwest nîşan nedaye û êrişên dewleta tirk çi ji bejayî û çi jî ji hewayê ve şermezar nekirine. Êrişên li Germiyan, Şarezûr, Silêmanî, Pêncwên, Şengal û Mexmûrê hatine kirin, ev tê wê wateyê ku ev hemû di çarçoveya serweriya xaka Iraqê de ne, divê hikûmeta Iraqê bersiva van êrişan bide, lê mixabin pêşî li van êrişan nehatiye girtin."   'BI KINCÊN PEŞMERGEYAN ÊRIŞ DIKIN'    Rojnameger Botan Germiyanî destnîşan kir ku PDK li herêmên ku Tirkiye êriş dike ji wan re baregeh vedike û wiha got: “Ji aliyê din ve, PDK ku hêza sereke ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, hemû desthilat ji bo xwe yekdestdar kiriye. Li şûna ku li dijî van êrişan raweste, bûye parçeyek ji dagirkeriya dewleta tirk. Bi berdewamî hebûna artêşa tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê parastiye û li kêleka baregehên xwe ji artêşa tirk re baregeh vekirine. Ango wê li van herêman li dijî artêşa dagirker destûr nedin operasyonê şoreşgerî were kirin. Her roj em dibînin ku rêyên nû ji dagirkeran re vedike, PDK li çiyayên Kurdistanê ji bo berdewamiya dagirkeriya dewleta tirk bi kolp û alavên din rêyên nû vedike. Ango PDK bi tevahî bûye parçeyek ji dewleta tirk, alîkariya leşkerî dide wan û hêzên Roj, Gulan û Zêrevanan dixe xizmeta wan. Di salên dawî de artêşa tirk bi kincên pêşmergeyan êrişî gerîlayên azadiyê kir. Ango çeteyên PDK’ê bi artêşa tirk re êrişî gerîla dikirin. An jî li herêma Xelîfan di van salên dawî de piştî ku êrişeke hewayî li ser komek gerîlayên azadiyê hat kirin, piştî bombebaranê derdora gerîla girtin û komkujî kirin yan jî hinek ji wan hatin girtin û heta niha jî winda ne û naxwazin parve bikin."