TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin 2024-06-28 09:02:49 ÎZMÎR - TUGVA ya ku Bîlal Erdogan di rêveberiya wê de ye, bi erêkirina Wezareta Perwerdehiyê li avahiyên ku qeymeqamtî, walîtî û şaredariyên AKP'î tehsîsê wê kirine "Dibistana Havînê" vedike. Egîtîm Senê destnîşan kir ku mijarên dersan dewama bîrdoziya AKP'ê ne û got ku bi vê re zarokên xizanan hedef tên girtin.  Wezareta Perwerdehiyê, di çarçoveya protokolê de ku bi Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) ya ku kurê Serokkomarê AKP'î Erdogan Bîlal Erdogan di rêveberiya wê de ye îmze kir, dibistanên havînê vedike. Li van dibistanên ku ji bo zarokên temenê wan di navbera 10-15 salan de tên vekirin, wê dersên Qur'ana Kerîm, dîroka pêxemberan, ezber, Siyera Nebî, Îlmîhal û Adabi Muaşeret bên dayîn.    Qurs wê li avahiyên ku qeymeqamtî, walîtî û şaredariyên AKP'î tehsîs kirine bên dayin. Derdorên ku parastin desthilata AKP'ê bi vî awayî dixwaze zarokan li gor bîrdoziya xwe mezin bike, bang li malbatan kirin u zarokên xw eneşînin van dibistanan.    Serokê Şaxa 6'an a Egîtîm Sen a Îzmîrê Bulent Karakaş anî ziman ku bernameya ku ji bo dibistanê hatiye amadekirin dînî ye. Karakaş destnîşan kir ku AKP dixwaze nifşekî homojen biafirîne û got: "Havînê diviyabû zarok bêhna xwe vedin, lê wê dîsa dersên dînî bidin. Armanca vê ew e ku li metrepolan û bajarên Anatolyayê zarokên xizanan ber bi dîn ve bibin."    Karakaş da zanîn ku pergal ji xeynî TUGVA'yê bi gelek sazî û dezgehan zarokan hedef digire û got: "Ji ber ku dersan belaş didin, malbat berê xwe didin van deran. Dixwazin sûdê ji xizaniya mirovan bigirin."    Karakaş destnîşan kir ku divê malbat hay ji xwe hebin û baldar bin û got: "Em hay ji vê hene û ji bo serwextkirina gel tevdigerin. Ya divê em bikin em li dijî van rabin û bi awayekî rêxistinkirî bitêkoşin. Divê perwerdehî nekeve destê cemaet, weqf û terîqatan. Projeyeke homojenbûnê ya AKP'ê heye ku li ser esasê yekdîn, yekmezheb, yekbawerî û yeknijadê. Em pergaleke perwerdehiyê ya ku pêdiviyên xwendekaran dabîn bike dixwazin. Wê têkoşîna me ya ji bo vê bidome."