Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir 2024-06-28 10:43:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Îranê ji bo hilbijartina serokkomarê nû çû ser sindoqan.    Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî mehek berê di qezaya helîkopterê de miribû. Ji bo hilbijartina serokkomarê nû, îro hilbijartin tê lidarxistin. Heke ji namzetan tu kes di tura ewil de ji sedî 50+1’ê denga nestîne, dê di 5’ê tîrmehê de tura duyemîn were lidarxistin.    Nêzî 62 milyon hilbijêr ji bo dengdayînê hatin vexwendin. Dê gel ji namzetan reformparêz Mesûd Pezeşkiyan, namzetên muhafazakar Serokê Meclisê Muhammed Bakir Kalîbaf, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî yê berê, Serokê Konseya Stratejîk a Karên Derve, Endamê Konseya Teşhîsa Maslehata Pergalê Saîd Celîlî û Wezîrê Karên Hundir ê berê Mûstafa Purmuhammedî yekî jê hilbijêre.