Ceyran qet neçûye Kortî! 2024-06-28 11:16:20 AMED -Tevî serlêdanên li DEDAŞ’ê hatine kirin jî xetên ceyranê nakişînin mezraya Kotî ya Licê. Keyayê gund Veysî Alpaslan ê ku encamê ji serlêdanan negirt vê carê serî li ÎHD’ê da.    Mezraya Kortî ya bi ser gundê Şaxor ê navçeya Licê ya Amedê ve bi salan e bêceyran e. Bi salane xizmetguzariya ceyranê ji bo wir nehatiye kirin. Ev mezra di salên 90’î de ji aliyê leşkeran vê tê valakrin. Xelkê gund piştî sala 2005’an dîsa vegeriyan gundê xwe û dîsa li malên xwe bicih bûn. Şêniyên gund di navbera salên 2015-2017’an de gelek caran serî li Şireketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dan û xwestin xetên ceyranê ji bo wan bê kişandin. Di serê ewilî de ji gundiyan re hat gotin ku wê ceyrana wan bê girêdan. Paşê ji gundiyan re hatiye gotin, “ji ber bêderfetiyên madî, em nikarin ceyranê bidin we, heke hûn dikaribin bi derfetên xwe ceyranê bikişînin.”    Bi salane ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Keyayê gundê Veysî Alpaslan li ser vê yekê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da û daxwaza piştevaniya hiqûqî kir. Alpaslan xwest pirsgirêkên wan bên çareserkirin.    Keyayê gundê Şaxorê Veysî Alpaslan diyar kir ku ji bo ceyran were mezraya wan Kortî di salên 2015-2017’an de gelek daxwazname ji DEDAŞ’ê re şandiye. Alpaslan da zanîn ku mesafeya navbera gund û mezrayê hezar û 400 metre ye û got: “Xelkê mezraya me ji ber nebûna ceyranê ava cemidî peyda nakin. Tên ji gund ava cemidî bo xwe dibin. Carna qatixên wan ji bo xera nebin ji mezrayê tînin gund dixin sarincan. Şêniyên mezraya me di nav perîşanî û mexdûriyetê de ne.”    ‘DEDAŞ DIBÊJE TU CEYRANA XWE BIKIŞÎNE’    Alpaslan da zanîn ku gelek gundên derdora wan jî di heman rewşê de bûne lê ceyran ji bo wan hatiye kişandin û wiha got: “Çima ceyranê nadin gundê me yê 500 salî, armanca wan çi ye? Sala par gundiyan xwest li gorî derfetên xwe ceyranê bikişînin. Li gorî qanûnê heke hezar metre jî trafo dûr be dikarin jê xetê bikişînin mezrayan. Lê mixabin ji ber ku mesafe ji hezar metreyî zêdetir e, DEDAŞ viya qebûl nake. DEDAŞ dibêje, ‘em ji mesafeya hezar û 400 metreyî nikarin ji trafoyê gund ceyranê bikişînin, Ji xwe re trafoyek nû bistînin û çêkin’. Maliyeta trafoyekî 150-200 hezar lîre ye. Ji bo ku em ceyranê bikişînin gund hewcedarî bi nêzî milyonek lîre pere heye. Ewqas pere ne ez ne jî gundî dikarin bidin. Serokkomar Tayyîp Erdogan dibêje, ‘wê tu gund bê ceyran nemîne’ lê ceyrana me qet tune ye.”    ‘XELK DI BIN ZILMÊ DE YE’    Alpaslan destnîşan kir ku DEDAŞ li ber daxwazên wan xemsar dimîne û dibêje, ‘pere tune ye, em nikarin ceyranê bikişînin’. Alpaslan anî ziman ku ji ber ceyran li mezrayê tune ye, kes naxwaze lê bimîne. Alpaslan diyar kir ku xelk di bin zilma DEDAŞ’ê de ye û xwest mexduriyeta xelkê ji holê bê rakirin û di demek nêz de ceyranê ji bo mezrayê were kişandin.    GUNDÎ QATIXÊN XWE DIBIN NEWALÊ VEDÊŞIRIN   Alpaslan destnîşan kir ku ji ber nebûna ceyranê hin şêniyên mezrayê dew, şîr, rûnê nivîşk, penêr û mastên xwe carna dibin datînin newala nava gund. Alpaslan got ew êdî bêzar bûne ku vê rewşê bînin ziman û rewşa li ser mezraya li tu devera dinyayê tune ye.