Orhan Dogan hat bibîranîn 2024-06-29 19:50:09   ŞIRNEX - Siyasetmedarê kurd Orhan Doğan di 17'emîn salvegera wefata xwe de ji aliyê malbata xwe û hevalên xwe ve li ser gora xwe hat bibîranîn.   Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan di salvegera 17'emîn wefata xwe de li ser gora xwe ya Goristana Asrî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat bi bîr anîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Keça Orhan Dogan û Hevberdevka DEM Partî Ayşegul Dogan, malbata Dogan, Rêxistinên DEM Partî yên navend û navçeyan, MeclÎsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî bîranînê bûn.   'EV TÊKOŞÎN DÊ BIDOME'    Bîranîn bi xwendina duayan destpêkir û piştre  Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, bi lêv kir ku siyasetmedarê kurd Orhan Dogan heta emrê xwe yê dawî di rê ya tekoşîna azadiya  gelê kurd de meşiyaye û wiha got: " 29'ê hezîranê ji bo gelê kurd rojeke girînge. Roja darvêkirina Şêx Said û hevalên wî ne. Di heman demê de roja wefata siyasetmedarê kurd Orhan Dogan e. Em niha ji bo biranîna rêzdar Orhan Dogan li vir bûn. Birêz Orhan Dogan heta  emrê xwe yê dawî di riya têkoşîna azadiya gelê kurd meşşiya.Em jî weke şopdarên wî dê her tim vê têkoşînê berdewam bikin. Zarokên vî welatî vê têkoşîna ku hatiye destpêkirin mezintir dikin. Gelê kurd bi salane tedikoşe û ev daxwaza wan a azadiyê ti carî nehatiye guhertin. Gelê kurd li dijî vê yekê dê têkoşîna xwe bidominê û wê bigihêje azadiyê. Em jî li ser gora Orhan Dogan dibêjin heta gelê kurd bigehije mafê xwe ev têkoşîn wê berdewam bike."   Piştrê keça Orhan Dogan û Hevberdevka DEM Partî Ayşegul Dogan axivî. Dogan jî anî ziman ku ew ê doza ku Dogan li pey xwe hiştiye bidomînin Û wiha got:"Bavê min ji me re mîrateyeke mezin hişt. Ji me re malbeteke mezin hişt û îro em ne bi tenê ne. 29'ê hezîranê di heman demê de ji bo me kurdan peyameke jî; peyama darvekirine ye. Niha darvekirin tune ye. Lê hê jî cezayên giran didin siyasetmedarên kurd.  Ev ne qedera me ye. Lê ev mirateya  ku Şêx Saîdê kal û bavê min li dû xwe hiştiye wê bidomînin. Piştî Şêx Said kesekî ku gelê kurd jê re dibêjê Rêberê min e, Birêz Abdullah Ocalan re ji cezayê darvekirinê hat dayin. Di şexsê wî de xwestin ku gelekî darve bikin lê nekarîn. Em ê jî têkoşîna ku  wan ji me re hiştine bidomînin."   Bîranîn bi danîna qurnafîlan a li ser gorê bi dawî bû.