Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin 2024-06-30 14:50:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Danişîna doza rojnameger Silêman Ehmed ku li Dihokê tê ragirtin, bi hinceta nexweşbûna dadger hate taloqkirin.    Edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ji hêla PDK’ê ve hate binçavkirin û piştî 211 rojan agahî jê hate girtin. Danişîna ewil a doza Ehmed hêj li Dadgeha Cezayên Giştî ya Dihokê nehatî lidarxistin hate taloqkirin. Hat zanîn ku Asayîşa Dihokê belge û dosya ji dadgehê re neşandiye û dadgehê jî bi hinceta nexweşbûna dadger, doz taloqî 29’ê tîrmehê kir.    ÇI BÛBÛ?    Rojnameger Silêman Ehmed di 25’ê cotmeha 2023’yan de ji bajarê Helebê vedigeriya Herêma Federe ya Kurdistanê û li Deriyê Sînorê ê Pêşxabûrê ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate girtin. Piştî 211 rojan agahî ji ehmed hatin girtin.    Parêzerên Ehmed piştî 211 rojan li Asayîşa Dihokê bi miwekîlê xwe re hevdîtin kirin. Ehmed, bi malbata xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li ser telefonê 2 deqeyan axivî.