Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin 2024-06-30 15:08:53 STENBOL - Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe li Stenbolê bi rojnamegeran re civiya. Tekçe, li dijî tayînkirina qeyûman peyama mezinkirina piştevaniyê da.    Şandeyeke ji Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û rêveberên Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê pêk dihat, bi hêzên ked, aştî û demokrasiyê û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kir. Di çarçoveya bernameyê de şandeyê li Hewldana 78’an a li Şîşliyê bi rojnamegeran re civînek li dar xist.    Endama Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Aylîn Hacaloglû di serî de axivî û kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anîn. Hacaloglû bi domdarî bal kişand ser tayînkirina qeyûm û peyama yekitiyê da.    'GEL ÎRADEYA XWE NÎŞAN DA’    Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe jî diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûm, destûr nehatiye dayîn ku ew bikevin şaredariyê. Tekçe, anî ziman ku namzetê AKP’ê beriya hilbijartinê tevî AKP û walî bertîl daye gel û xwestiye vîna gel îpotek bike. Tekçe, wiha domand: “Walî tevî AKP’iyan mal bi mal geriya û deng xwest. Tevî vê jî xelkê bajar îradeya xwe nîşan da. Lê îktîdara AKP’ê ji vîna gel re rêz negirt û qeyûm tayîn kir. Gelê me bertek nîşan da û têkoşîna xwe didomîne. Her wiha gelên Tirkiyeyê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan li dar xistin û piştgirî dan me.”    'JI BO DENGÊ XWE BIDIN BIHÎSTIN HATIN VÊ DERÊ’    Tekçe, pirsên rojnamegeran bersivand û wiha got: “Bajarê herî zêde li dijî sepanên dijdemokratîk ên Tirkiyeyê dengê xwe derdixîne Stenbol e. Lewma em hatin vê derê. Bi taybet jî me xwest dengê xwe bi hêzên demokrasiyê û cîhanê bidin bihîstin. Ji bo bidawîkirina rejîma qeyûm a îktîdarê û têkoşîna hevpar a bi gelên Tirkiyeyê re em hatin vir. Em dixwazin bibêjin ku rejîma xespkar û diz qebûl nakin. Şaredarî malên gel in. Gel jî xwedî li mal û partiya xwe derdikeve. Her wiha meşa ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve ji bo me gelek girîng e.”    'MAFÊ ME YÊ BIJARTIN Û HILBIJARTINÊ BINPÊ DIKIN’    Bi domdarî Tekçe anî ziman ku divê tu kes li dijî derhiqûqtiyan bêdeng nemîne û wiha pê de çû: “Em dibînin ku îktîdara AKP’ê di hiqûqê de cotstandartiyê dike. Heke derheqê hevşaredaran de biryarek were dayîn, hevşaredar ji hêla endamên meclisê ve tên hilbijartin. Lê dewlet li şûna vê bike, qeyûm tayîn kir û xesp kir. Derhiqûqtiyên heyî tenê bi vê bisînor nînin. Ez hevşaredara Colemêrgê me. Bi tayînkirina qeyûm re hem mafê min bijartin û hilbijartinê hem jî yê xelkê Colemêrgê hatiye binpêkirin.”    Endamê Meclisa Şaredariya Colemêrgê Necîp Coşkun jî wiha got: “Hevdîtinên ku em li vir dikin, liv û tevgereke li dijî rejîma qeyûm û xurtkirina xeta têkoşînê ye. Hemû xebatên me yên endamên meclisa şaredariyê ji hêla qeyûm ve tên astengkirin.”    DÊ HEVDÎTIN BIDOMIN   Endama Meclisa Şaredariya Colemêrgê Evîn Tan jî got ku armanca wan a ji hatina Stenbolê ew e ku piştevaniyê mezin bikin. Tan, da zanîn ku dê hevdîtinên wan bidomin, dê bi şandeyên nû re hevdîtinên xwe bidomînin û anî ziman ku ew dixwazin hîn bêhtir bi gelên Tirkiyeyê re bên gel hev.