Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin 2024-07-01 08:35:07 MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê têkildarî êrişa nijadperest a li dijî karkerên kurd daxuyanî da û got: “Divê êriş wek êrişek munferît neyê dîtin. Pêwîste bûyer were ronîkirin.”    Baroya Mêrdînê têkildarî karkerên kurd ên ji Mêrdînê ku li navçyea Seydîkemer a Mûglayê bi êrişek nijadperest re rû bi rû man, daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Pir eşkere li holê ye ku êriş nîşan dide  ji ber sedema nasnameya kurdbûnê, karker bi gotinên cihêkar û êrişê re rû bi rû mane.”    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê tundiyê û cihêkariyê rê li ber êrişên nijadperest vedike û wiha hat gotin: “Divê ev êrişa qewimî ye, wek êrişek munferît û edlî neyê dîtin. Sepanên cihêkariyê jî li polîtîka û zimanê tundiyê zêde bûye. Hiqûq naxebite. Ev hemû dike ku encamên wiha derkevin holê. Sedemê mezin ev in.    Em her cûre sepan û polîtikayên ku zemîna êrişan li dijî nasnameya kurdî zêde dike û xesar dide aştiya civakî û pevçûnan kûr dike, red dikin.Em wek Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê dixwazin ku dest ji zimanê nefrete ku zemînê ji her cure êrişên li dijî nasnameya kurdî re amade dike bê berdan. Em daxwaz dikin ku bi her awayî bûyer were lêpirsînkirin û were ronîkirin. Em ê pêvajoya hiqûqî bişopînin.”