Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin 2024-07-02 11:37:31   ÎZMÎR - Şardariya Guzelbahçeyê navê Alî Îsmaîl Korkmaz ê di dema çalakiyên Geziyê de hatiye qetilkirin, li parkekî kir.    Şaredariya Guzelbahçeya Îzmîrê di civîna meclisê şaredariyê ya meha tîrmehê de biryar da ku navê Alî Îsmaîl Korkmaz (19) ê li Eskişehîrê di encama êrişekî de hatiye qetilkirin, li parkekî ser Cadeya Eskî Seferhîsar a Taxa Kahramandereyê bike. Şaredar Mûstafa Gunay di civîna meclisê de axivî û wiha got: “Alî Îsmail Korkmaz di nava şehîdên herî ciwan ên Geziyê yek bû. Em dixwazin bi navkirina parka ser Cadeya Eskî Seferhîsara Guzelbahçeyê navê Alî Îsmaîl bidin jiyîn. 10’ê tîrmehê salvegea mirina wî ye. Em difikirin ku wê rojê bi ser navê wî parkê vekin. Em navê Berkîn Elvan di parka Taxa Yakayê de didin jiyîn. Em ê Alî Îsmaîl jî li Guzelbahçeyê bidin jiyîn.    Piştî axaftinan, biryar bi yekitiya dengan hate qebûlkirin.