Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin 2024-07-02 12:37:30   WAN - Ji bo “Meşa Rêzgirtina li Îradeyê” ku dê sibe ji Wanê ber bi Colemêrgê ve dest pê bike û 6 rojan bidome, sibe saet di 15.00’ê de li Parka Mûsa Anter bernameyeke girseyî ya pêşwazîkirinê û oxirkirinê bê lidarxistin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên civaka demokratîk ên Wanê têkildarî “Meşa Rêzgirtina li Îradeyê” ku dê sibe ber bi Colemêrgê ve were destpêkirin û 6 rojan bidome, li avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de banga tevlibûna meşê hate kirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî di daxuyaniyê de wiha got: “Dixwazin sepana qeyûm li vî welatî veguherînin rejîmekê. Li dijî qeyûmê di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê hatiye tayînkirin gelek çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên bi dirûşma ‘Em ê rê nedin xespa qeyûm’ ku li seranserî Tirkiyeyê didomin. Em ê di 3’yê tîrmehê tevî meşvanên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin ber bi Colemêrgê ve bimeşin.”    BANG LI GELAN KIR    Dîlekçî da zanîn ku dê meşvanên ji bajarên cuda tên bajar li Parka Mûsa Anter pêşwazî bikin. Dîlekçî, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê piştre jî bi girseyî ber bi Colemêrgê ve oxir bikin. Banga me li tevahiya gelê me ew e ku sibe saet di 15.00’ê de tev li pêşwazîkirin û oxirkirinê bibin. Hevseroka me yê giştî (Tuncer Bakirhan), parlamenterên me, rêxistinên civaka sivîl û gel dê tev li meşê bibe. Em banga tevlibûnê li hemû gelan dikin.”