Li ser Rêya Hevrîşimê qeza: Kesek mir 2024-07-03 10:21:45   ŞIRNEX - Li ser Rêya Hevrîşimê qeza trafîkê pêk hat û şofêrê bi navê Mehmet Ateş jiyana xwe ji dest da.    Li ser Rêya Hevrîşimê ya ku di navbera navçeya Cizîra Şirnexê û navçeya Nisêbîna Mêrdînê de derbas dibe, qezaya trafîkê rû da. TIR’ek û tankerek li hev qelibîn û di encama qezayê de şofêrê bi navê Mehmet Ateş jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê şofêr rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Cenaze piştî karûbarên otopsiye dê li Goristana Asrî ya Cizîrê bê veşartin.    Têkildarî qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.