Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin 2024-07-03 11:44:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bakurê Hindistanê îzdîham çêbû û bi piranî jin, bi giştî 121 kes jiyana xwe ji dest dan.   Li gorî raporeke polîsan, roja sêşemê 250 hezar kes ji bo li Hathrasa eyaleta Ûttar Pradesh guhdarî weazekî bikin, kom bûn. Hejmara kesên ku destûr jê re hatî dayîn, 80 hezar bû. Lê 3 qatê vê hejmarê mirov kom bûn. Ev kombûn, veguherî karesatê. Li gorî şahidan, gelek kes ji zinar ketin û qulîbîn xendekek tejî av.   Rayedaran diyar kirin  121 kesan jiyana xwe ji dest dane û piraniya van jî jin in. Hat destnîşankirin ku 7 zarok û zilamek jî di nava kesên mirine de ne.   Rayedaran îdîa kirin ku girseyê hewl da ji şopa lingê mela, axê kom bike bû îzdîham. Hinek kesên din jî gotin ku bahoza tozê bû sedema panîkê. Hinek kes di nav qelebalixiyê de ji ser hişê xwe çûn û di bin piyan de man.   Li Hindistanê di dema festîvalên olî yên mezin de ku bi milyonan kes lê kom dibin, li cihên îbadetê qezayên bi mirinê encam dibin gelek caran çêdibin.