Li Reqayê êrişa DAIŞ'ê : Şivanek hat kuştin yek jî winda ye 2024-07-04 14:26:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li devera li rojhilatê Reqayê ya di dibin kontrola hikumeta Şamê de, şivanek hat kuştin, şivanê din jî winda ye. Herwiha di êrişê de 300 sewal jî telef bûn.    Duh êvarê çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Bohemed a li rojhilatê Reqayê ya di bin kontrola hikumeta Şamê de, êrişek pêk anî. Di encamê de şivanek hat kuştin û şivanekî jî winda ye. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku nêzî 300 sewal telef bûne.   SOHR’ê da zanîn ku di encama êrişên leşkerî yên li çolistana Sûriyeyê de ji destpêka 2024’an ve, 450 kes hatine kuştin. Ev bîlançoya 156 êrişên DAIŞ’ê yên li dijî deverên cuda yên çolistana Dêrazor, Reqa û Himsê ye.