6'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-06 09:00:03 * Meşvanên jin ên ku tev li “Meşa Rêzgirtina Li Vînê” bûn, diyar kirin ku tayînkirina qeyûman hedefgirtina destkeftiyên jinan e û dan zanîn ku ew dê heta dawiyê li dijî vê yekê têbikoşin.   * Li Wanê Şaredariya Mezin û şaredariyên navçeyan ji bo zarokan kursên werzîş, çand û hunerê vekirin.    * Dadgeha Bilind, hukmê bi hinceta seta pirtûkan a bi navê "Çareseriya Şaristaniya Demokratîk" a Abdullah Ocalan xera kiribû û darizandin ji nû ve dest pê kiribû. Di darizandina nû de biryara beraetê hat dayîn.    * Mehmet Demîrhan ê ku Hîlal Karê qetil kir 14 roj in nehatiye zevtkirin. Xwişkên Hîlal Karê bertek nîşanî vê dan û xwestin kujer rojek berî rojekê bê zevtkirin.    * Cotkarê li Curnê Reş Hecî Toprak destnîşan kir ku bihayên xurekan ên hatine diyarkirin û nediyarbûna bihayê armûşê ew zirar kirine û wiha got: “Bi vê rewşê dê ev sal bibe sala dawî ya cotkariya min. Min ji ber qerên xwe xanî û wesayîta xwe firot. Dê îsal jî traktorê bifiroşim.”   * “Meşa Rêzgirtina ji Vînê re” dê di roja 7’emîn de berdewam bike.    * Konseya Bajêr a Amedê dê 29’emîn Civîna xwe ya Asayî dê li ÇandAmedê li dar bixe. (11.00)    * Çalakiya malbatên windakiriyan û ÎHD’ê ya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” dê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê berdewam bike. (11.00) ZINDΠ   * Jinên Femînîst ên ji bo hin rêze serdanan hatine Kurdistanê dê serdana Şaredariya Geverê bikin û pişt re li ber şaredariyê dê têkildarî qeyûman daxuyaniyê bidin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê li Qada Galatasarayê 1006’emîn çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * ÎHD dê ji bo girtiyên nexweş li Enqere û Stenbolê daxuyaniyan bide çapemeniyê. (13.30)   * Jinên femînîst dê li Pira Ciwanan a Şoreşê meşvanên “Meşa Rêzgirtina ji Vînê re” pêşwazî bikin. (16.00)    * Rêxistinên Çapemeniyê dê li dijî cezakirina 8 rojnamevanên xebatkarên çapemeniya azad li Amedê li ber DFG’ê li Stenbolê jî li Qada Şîşhaneyê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.30-18.00) ZINDΠ   * Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê il avahiya Kongreyê ya Sancaktepeyê bi dirûşma “Ji bo ku em Dîgorê bikin bajarekî bikarin lê bijîn dema piştevaniyê ye” şeva piştevaniyê dê bê lidarxistin. (18.00)    * Zarok Ma dê 3’yemîn salvegera damezrandina xwe li baxçeyê xwe pîroz bike. (19.00)    * Çalakiya nobedê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê dane destpêkirin dê bidome. (20.00-22.00)