Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin 2024-07-06 09:22:42 AMED - Mehmet Demîrhan ê ku Hîlal Karê qetil kir 14 roj in nehatiye zevtkirin. Xwişkên Hîlal Karê bertek nîşanî vê dan û xwestin kujer rojek berî rojekê bê girtin.  Li navçeya Rezan a Amedê li Taxa 5'ê Nîsanê di 23'yê Hezîranê de Mehmet Demîrhan Hîlal Kar a 33 salî li nava kuçeyê qetil kir. Kar, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kujer Demîrhan jî reviya.    14 roj di ser qetilkirina Karê re derbas bûne, lê hê jî Demîrhan nehatiye girtin.    Hîlal Kar a ku ji zewaca wê ya ewil 3 zarokên wê hebûn, ji ber tundiya sîstematîk dest ji zewacê berdabû û 6 sal berê bi Mehmet Demîrhan re zewicîbû. Di vî 6 salî de Demîrhan tim tahde li karê kir, lê ji ber zarokê xwe yê ji Demîrhan nexwest dest ji wî berde.    Hîlal Kar ku êdî hew deyax kir, salek berê dest ji Demîrhan berda û tevî zarokên xwe tenê ma. Demîrhan jib o debara zarokên xwe bike dest bi kar kir, lê dema çû kar Mehmet Demîrhan bi çekê ew qetil kir.    GEF DIXWARIN    Rabîa Kar, anî ziman ku gava xwişka wê saet di 09.55'an d eçûye kar di rê de bi awayekî hovane hatiye qetilkirin. Karê diyar kir ku kujer di kuçeyekê de xwe veşartiye û gava xwişka wê çûye kar ew qetil kiriye. Karê got: "Xwişka min ji bo zarokên xwe dixebitî. Oto-kuaforî dikir. Dest ji Mehmet Demîrhan berdabû. Kujer di demênd awî de tim gef li xwişka min û li min dixwarin. Min ji xwişka xwe re got em giliyê wî bikin. Me yê giliyê wî bikira, lê hat kuştin."    Karê diyar kir ku du hefte di ser kuştina xwişka wê re derbas bûne lê hê jî kujer rnehatiye girtin û got: "Mehmet, berî xwişka min bikuje bi 15 deqeyan peyam ji kurê xwe S. re dişîne û nasnameya kurê xwe A. dixwaze. Peyamê saet di 09.31'ê de ji S. re dişîne û di 09.34'an de jî telefon dike, lê telefon girtiye. Ev kujer an wê ji bo gexwarinê xwarziyê min S. birevanda yan jî wê zirar bidayê."    Kar ku bang li rayedaran kir got: "Demildest divê kujer bê dîtin. Êdî bes e."    Kar bilêv kir ku kujer xwarziyê wê A. beriya komkujiyê bi 5 rojan aniye cem xwe û got: "Demildestd ivê xwarziyê min ê 5 salî bê dîtin. Xwarziyê min bêyî me nikare xwarinê jî bixwe û biçûk e."    Dû re Rojbîn Karê jî got: "Em doza edaletê dikin. Êdî bila edalet pêk bê. 14 roj in nehatiye girtin."    MA/ Mujdat Can