ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN 2024-07-07 09:01:02   * Newala Qoriyê ku her sal bi xwezaya xwe ya bi heybet malovaniya bi hezaran geştiyaran dike, ji ber terkexemiya geştiyaran di nava gilêş de ma ye.    * Cerdevanên ku naxwazin tevlî operasyona li Zap, Avaşîn û Metînayê bibin, çekê datînin. Bi teblîxata ku ji cerdevanên beşdarî operasyonê nabin gef hat xwarin.    * Qeyûman li Cizîrê ji 38 parkan 35 jê cendirme jî di nav de dewrî saziyên cuda kirine, lê yê li parkan mêze dike jî Şaredariya Cizîrê ya DEM Partiyê ye.    * Dadgeha Îdare ya 2'yan a Amedê, ji bo parselên li semta Seyrantepeyê ku plana wan a îmarê hatine guherandin û dewrî Midûriyeta Polîsan a Bajêr hatine kirin, biryara "rawestandina rêvebirinê" da.   * Girtî Servet Ozgun ku ji ber rastî heqaret û gefên sîstematîk ên gardiyanan hat û di 23'yê Hezîranê de dest bi greva birçîbûnê kir, bi rêya parêzerê xwe gilî kir.    * Parêzer Dîdare Hazal Sumelî da zanîn ku hinek girtiyên li Girtîgeha Marmarayê jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê û rewşa hinekan jî xerab e. Sumelî, da zanîn ku dê serlêdana sûc bikin.    * * Meşvanên bi rojaye li dijî xespkirina îradeya xelkê Colemêrgê dimeşin, wiha gotin: “Heta tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî nebe dê ev zext jî xelas nebin. Em ê meşa xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.”    * * Ji destpêka komarê heta niha êrişên li dijî cenazeyan û goristanan bi awayekî sîstematîk didomin. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Rêzgirtina ji Mirî re û Edaletê Rojhar Erol got ku heta polîtîkaya necezakirinê bidome dê ev rewş neguhere.    * Çalakiya “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” dê di roja 8’an de bidome.    * Jinên femînîst dê piştî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyaniyê bidin. (12.00-15.00)   * Xizmên girtiyan dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)   * Vedat Aydin dê li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Çiyê ya navçeya Sûrê ya Amedê bê bibîranîn. (16.00) ZINDÎ   * Dê Komeleya Ziman û Wêjeyê ya Tetwanê (MEDYA-DER) bê vekirin. (17.00)   * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhaneyê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê hatiye destpêkirin, dê bidome. (20.00-22.00)