Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’ 2024-07-07 15:21:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, wiha got: “Kêliya ku Esed hewl da têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re sererast bike, em jî dê helwesta xwe ya li hemberî wî nîşan bidin.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di vegera xwe ya Almanyayê de di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan têkildarî hevdîtinên bi Şamê re got; “Kêliya ku Esed hewl da têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re sererast bike, em jî dê helwesta xwe ya li hemberî wî nîşan bidin. Ji ber ku em heta duh jî dijminên Sûriyeyê nebûn. Me bi malbatî bi Esed re hevdîtin dikir. Em ê vexwînin. Îşala bi vê vexwendinê re dê têkiliyên Sûriye û Tirkilyeyê vegerin mîna yên berê. Dibe ku em di kêliyê de vexwînin. Birêz Putîn jî dibêje ku bila hevdîtin li Tirkiyeyê be. Her wiha serokwezîrê Iraqê wisa nêz dibe. Em li her deverê qala navbeynkariyê dikin lê ma çima bi cîranên me re nebin?”